Li Hesekê 1'mîn kooperatîfa jinan vebû
14:52
JINHA
HESEKÊ- Li bajarê Hesekê bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Starê 1'mîn kooperatîfa jinan hat damezrandin.
Li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê bi pêşengiya Komîteya Navendî ya Aboriya Kongreya Starê 1'mîn Kooperatîfa Jinan hat vekirin. Merasîma vekirina Kooperatîfa Jinan li Salona Ciwanên Rojava bi tevlîbûna endam û Rêveberên Kongra Star pêk hat. Di merasîmê de Rêvebera Komîteya Navendî ya Aboriya Kongreya Star Delal Efrînê axivî û wiha got: "Cara yekemîn e em kooperatîfeke xweser li vir ava dikin. Ev kooperatîf xebateke Kongreya Star e û em ê li erdeke 65. km. çandiniyê pêş bixin."
Delalê bang li jinan kir ku xwedî li kooperatîfê derên û bi aweyek komînal û çalak tevlî xebata jinê bibin
Di merasîma vekirinê de jinan derbarê çewaniya xebata kooperatîfê de pirs pirsîn û bi bersiva dîwanê bi dawî bû.
(ee/ls/rc)