Li Til Temir û Dirbêsiyê gel li hember 'dagirkerinê' herikîn qadê

15:19

JINHA

TIL TEMIR/DIRBÊSIYÊ - Li bajarê Til Temir û Dirbêsiyê saziyên civakên sivîl û bi dehan welatî bi armanc şermezarkirina êrîşên li ser herêma El Şehba û Kantona Efrînê daxuyanî dan meşek girseyî pêk anîn.

DIRBÊSIYÊ
Welatiyên bajarê Dirbêsiyê ya Katona Cizîrê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta tirk yên li ser herêma Şehabê û gundên Efrînê, li ber navneda Yekîtiya Ciwanên Rojava kom bûn. Meş ku ji ber navneda ciwanan dest pê kir, li kolanên bajar dewam kir.

Meş li bazara bajêr veghustî mîtingekê. Li vir Meclîsa Gel a Dirbasiyê daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniya ku ji aliyê mamosteyê zimanê kurdî Fehed Eyup ve hatî xwendin de ev tişt hat gotin: "Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker xwe li hember serkeftinên QSD û YPG`ê û destkeftiyên ku li bakûrê Sûriyê têne bidestxistin negirt, êrişî herêma Şehbayê kirin. Kiryarên dewleta Tirkiyeyê ji kiryarên DAIŞ`ê ne cûdatire. Herdû alî êrîşî sivîlan dikin. Em wekî şêniyên Dirbasiyê bang li raya giştî dikin ku bila zextê li ser Tirkiyeyê bike da ku êrişên xwe yên li ser herêmên me rawestîne.”

Piştî daxuyaniyê Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê ya Kantona Cizîrê Edalet Omer axivî û destnîşan kir ku Tirkiyeyê di rewşeke pir qels derbas dibe û nikare projeyên xwe yên li Sûriyê bi ser bixe, ji ber vê yekê jî êrişe herêma Şehbeyê dikin.

Edaletê da zanîn ku wê gelê bakûrê Sûriyê berxwedaniya xwe berdewam bike da ku herêma xwe rizgar bikin. Edaletê got ku êrişên Tirkiyê yên li ser herêma Şehabê nikarin projeya fedraliyê têk bibe.

Meş bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şehbe, Kantona Efrînê û bijî şoreşa Rojava” bi dawî bû.

TIL TEMIR

Li bajarê Til Temir ya Kantona Cizîrê, hemû sazî û navedên bajêr daxuyaniyeke hevbeş bi amadebûna endam û rêveberiyên xwe li ber Navenda Saziya Malbatên Şehîdan dan. Di daxuyaniyê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên TEV-DEM û Kongreya Star hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a bajêr Mihemed Seyîd Şêxmûs ve hate xwendin. Mihemd diyar kir ku tevahî cîhan dibîne ku dewleta tirk axa Rojava û bakûrê Sûriyeyê dagir dike û wiha got: "Di bin navê têkoşîn li dijî çeteyên DAIŞ'ê li herêmê komkujiyan dikin. Di esas de de destkeftiyên Rojava û gelê me tê hedefgirtin." Mihemed anî ziman ku ew ê li hember êrîşan bêdeng nemînin û got ku gelê Rojava heya dawî ji bo parastina axa xwe dê li ber xwe bide.

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî berxwedan" bi dawî bû.

(sş/en/rc)