Rêxistinên HDP û DBP'ê ji bo girtinan daxuyanî dan

15:45

JINHA

WAN- Rêxistinên Rêya Armusê yên DBP û HDP'ê yên navçeyê der barê 6 sîyasetmendarên hatin girtin de daxuyanî dan çapameniye.

Polîsên li Wanê di 12'yê Cotmehê de bi ser avahiyên HDP û DBP'ê de girtin û 49 kes binçav kiribûn, ji wan 12 kes hatibûn berdan û 37 kesên din derketin pêşberî Dozgeriyê. Sîyasetmendaran îfadeyên xwe li dozgeriyê dan. 6 sîyasetmendar hatin girtin. Rêxistinên HDP û DBP'a Wanê bi boneya girtinên sîyasetmendarên HDP û DBP'ê daxuyanî dan çapameniyê. Di daxuyaniyê de Parlementerê HDP'ê Lezgîn Botan jî cih girt. Daxuyanî di kolana hûnerê de pêk hat û hemû kes li wir civiyan. Daxuyaniya hat dayîn ji aliyê rêveberê DBP'ê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Fatîh Aras ve hat xwendin .

'Biryar dijqanûnî ne'

Fatîh Aras diyarkir ku Hikûmeta AKP'ê dixwaze îktîdara xwe bi OHAL û KHK'ê biparêze û wiha got: " Hikumeta AKP'ê guhên xwe ji bo kesên aştî û azadiyê dixwazan digire. Polîtîkayên tund yên AKP'ê her roj li ser kurdan zêde dibin. Gel ê kurd her roj bi înfaz, binçavkirin û girtinan radibe. Rojên herî nez jî 12'ê Cotmehê de avahiyên DBP û HDP girtin. Dema polîsan lêgerin li avahiyan kirin asteng ji bo parlementer û reveberên HDP û DBP'ê kirin. Dema lêgerinên wan nûçeyên wek maddeyên teqinê û tifekên nêçirvanan derbas bûne. Di dosyayên fermî de rastî derketin holê."

'Em neviyên Seyît Riza û rêhevalên Bêrîtanane'

Fatîh got ku, 5 hevalên wan bi îddayên " endamên rêxistinê" hatine girtin û wiha domand: "Em hemû dizanin ku, ev biryarên wan bê huquqiye û biryarên sîyasîne. Ev biryarên he bi destê Wêzîrê karê navxweyî Suleyman Soylu hatiye standin. Bi talîmatên Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan tên kirin. Yên ku bêjin em ê wan têk bibin bila bizanin ku em têk naçin. Me tu caran serî netevand û em serî natevînin. Em neviyên Seyît Riza ne. Em rêhevalên Berîtanan, Zîlanan û Mehmet Tunca ne. Têkoşîna wan dê serkeftî bi dawî bibe."

'Bi hesreta dîktatoriyê OHAL hat dirêjkirin'
Piştî Fatîh, Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan jî wihagot : "15'ê tîrmehê baş nehat xwendin û ji ber hikumeta AKP'ê û polîtîkayên netewepersest derket hole. Em vê rewşê lanet dikin. Gelo ev darbeya çawa pêk hat. Yên piştgirî didan terora Feto tawanbar kir û alîkarê wî Serookwezîr Erdogan bû. Ew ê hesabê bidin. Berpisyarê herî mezin ew hişmendiya qirêj e. OHAL ji bo hesreta dîktatoriyê hat dirêjkirin û hemû polîtîkayên xwe li ser kurdan pêk anîn. AKP'a ku li ser sondiqan tê çû niha êrîşî hevşaredar û hevserokên me dike. Em dibêjin derbasî be û hemû gel ê me ji bo me hevserok û hevşaredar in. Kes nikare vîna me têk bibe."

(hk/mk)