ROJEVA 21'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ
09:00
*Sekretera Jinan a KESK'ê Gulîstan Atasoyê qanûna 'karkeriya kirê' ya ji bo boriyên îstîhdama taybet nirxand û got şertên xebata bê ewlehî herî zêde bandorê li ser jinan dike û got keda jinê tê bikaranîn.
*Endama TAJÊ di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nirxandin kir û wiha got: "Serok azad e, fizîkî di zindanê de ye, lê fikirê wî azad e. Hetanî yek ji me sax be em ê fikrê Rêberê mirovahiyê bidin jîndin. Ev fikir ticaran winda nabe, ji ber ku fikrê rastî û heqiyê ye."
*Emîne Doldur ya k udi salên 90'î de dema OHAL'ê de li Gurgumê cerdevanî qebûl nekir û gundê xwe terk kir û piştî salan şûnde vegeriya got: "Dewletê destpêkê em ji gundê me dan koçberkirin. Niha jî wekê em tine tevdigere."
*Li Zanîngeha Dîcleyê (DU) Fakulteya îlahiyatê xwendekar rastî gotinên zayendperest yên endamên hîndekariyê hatin û xwendekaran gotin: " Wekê ku hemû sedema xerabiyên cîhanê jinin, tevdigerin. Em naxwazin endamên hîndekariyê yên jinan biçûk dixînin guhdar bikin." xwendekaran diyar kirin ku xwendekarên ser vekirî dikevin dersê rastî gotinên 'serê we vekiriye ji ber vê melek nakevin polê."
*Li Manîsayê D.C ku 5 salan rastî îstîsmara kesê bi navê Caner Guven hat serlêdana sûc kiribû û tevî ku 6 meh di serde derbas bûye jî hîna doz nehatiye vekirin.
*Li rojavayê Kurdistanê zarokên sûryanî bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibînin.
*Li herêma Serhedê bi hatina sermayê re jinan dest bi amadekariya zivistanê kir. Jinên ku bi rihê komunal amadekariya zivistanê dikin li şûna ku xwarinên li marketê bikirin xwarinên xwe bi destê xwe çêdikin.
*Li hember êrîşên 'dagirkirin' ya artêşa tirk jinên gundê Dêr Belût diyar kirin ku serokomarê tirk dixwaze ser rûyê cîhanê xwe û hevkarên xwe tenê bihêle û gotin: "Li hember her cure êrîş em ê axê xwe radestî dagirkeran nekin. Ax namûs û rûmeta meye."
*Li herema Katoya Xelîlan a Şaxê, kezwan bi destê jinan tên berhevkirin û li ser banên xaniyan tên hişk kirin.