'Ji bo şikandina tecrîdê divê bi şev û roj em têbikoşin'

09:02

Îlham Hecî-Xensê Xidir/JINHA

ŞENGAL - Endama TAJÊ di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nirxandin kir û wiha got: "Serok azad e, fizîkî di zindanê de ye, lê fikirê wî azad e. Hetanî yek ji me sax be em ê fikrê Rêberê mirovahiyê bidin jîndin. Ev fikir ticaran winda nabe, ji ber ku fikrê rastî û heqiyê ye."

Endama Tevgera Azad ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Emşê Reşo bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da û diyar kir ku hebûna Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelê bindest azadiyê îfade dike û wiha got: "Çewan ku Rêber Apo di nav çar dîwaran de xwedî li me derket, divê em jî bi şev û roj bêy ku bîr bikin, ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin. Rêbertî canê xwe fedayê me kiriye û pêşengtiya şoreşa azadiyê dike. Serok Apo rêberê mirovahiyê ye. Gelek giringiyê dide jinê, me bi fikir û felsefeya wî xwe li ser piyan girtiye û em li ber xwe didin."

'Em dixwazin agahî ji Rêberê xwe bigrin'

Emşê anî ziman ku bi saya felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo pêşrojek azad ciwan hînbûn ku serî li hember zilmê serî netewînin û wiha domand: "Hêzên komploger û desthilatdar ji ber vê Rêberê me dîlgirtin. Armanca wan ji girtina Rêber Apo nehêlana mafê kêmnetew û hejaran e. Ji ber ku Serok Apo jî weke desthilatdaran mafê gel naxwe û li hember neheqiyê serî radike. Serok azad e, fizîkî di zindanê de ye, lê fikirê wî azad e. Hetanî yek ji me sax be em ê fikrê Rêberê mirovahiyê bidin jîndin. Ev fikir ticaran winda nabe, ji ber ku fikrê rastî û heqiyê ye. Ew desthilatdarên ku Rêberê me di nava çar dîwaran de dihêlin ,em wan şermezar dikin. Nêzîkî sal û nîvekêye em tu agahiya ji Serokê xwe nagirin, tenê carekê hiştin birayê wî Mehmet Ocalan biçe bibînê, lê ev yek têrê nake, em dixwazin hîn bêtir serdan lê werin kirin û agahiya ji Rêberê xwe bigirin."

'Erdogan dijminê gelan e'

Emşê da zanîn ku ew wek gelê êzidî dê tu car Abdullah Ocalan ji bîr nekin û wiha pêl da gotina xwe: "Em ê li ser fikir û felsefeya Rêbertî xwe bi rêxistin bikin û li ser piyan bimînin. Ji çiyayê Şengalê heya Îmraliyê em Serok Apo silav dikin. Rêber Apo dil bi rehim û azadî xwazê gelan e. Ji bo vê yekê Erdogan naxwaze gel bigêhe azadiyê. Ji ber kesayetên wek Rêbertî dîl digrin. Erdogan dijminê gelan e, lê ew çi jî bike li hember fikrê Rêber Apo bi sernakeve û nikare mafê mirovan binpê bike."

Polîtîkayê li Tirkiyeyê li başûr jî tê pêk anîn

Emşê destnîşan kir ku PDK'ê li başûrê Kurdistanê bi rêbazê hikûmeta AKP'ê û Serokomar Erdogan tevdigere û wiha pêde çû: "Gelek ji me, nikare herin nexweşxanyên başûr. Ji ber ku yekî biçe û ne girêdayî fikirê wî yê qirêj be dixê zindanan de. Vê yekê bi me re dike ji ber ku em jî weke wan ne xiyantkar in. Em weke zarok bê dayik û bab bûn, lê Serok Apo li me xwedî derket û em parastin. Hetanî em saxbin em ticarî Serok Apo ji bîr nakin, çawa ku wî di zindana desthilatdaran de em ji bîr nekirin û xwe gihande me. Heya Serok were berdan û em bikaribin jî agahî bigrin dê têkoşîna me berdewam bike."

(rc)