Dewlet wekê ku em tine tevdigere

09:03

Pîroz Zirig/JINHA

GUMGUM - Emîne Doldur ya k udi salên 90'î de dema OHAL'ê de li Gurgumê cerdevanî qebûl nekir û gundê xwe terk kir û piştî salan şûnde vegeriya got: "Dewletê destpêkê em ji gundê me dan koçberkirin. Niha jî wekê em tine tevdigere."

Emîne Doldur ya li navçeya Pazarcix a Gurgumê hat dinê û mezin bû ji ber zextên dewletê ji gundê xwe yê Turunçlu koçî Dîlokê kir û 5 sal şûnde bi hevjÎnê xwe re dîsa vegeriya gundê xwe. Emîne û hevjînê xwe vegeriyan gundê xew yên xwedî nisûfa Kurdên Elewî û ji mala wan tenê kevir mabûn.

Emîneyê koçberiya bi zorê ji JINHA'yê re vegot û wiha berdewam kir: "Her çiqas gelek sal derbas bibûn jî hîna bandora koçberiyê li ser me ye. jiyana me venegerî jiyana beriya koçberiyê. Di salên 90'î de şer bandor li ser gundê me jî kir.Em ji ber zilma dewletê neçar man koç bikin. Em hînê jiyana bajar nebûn. Tevî ku evqas sal derbas bû jî em vegeriyangundê xwe.

'Em bibûna cerdevan wê emê wisa nekiribana'

Emîneyê destnîşan kir ku dema hatine gundê xwe mala wan hatiye wêrankirin û wiha pê de çû: "Derî, pace hemû jê kiribûn. Tenê dîwar mabûn. Me bi hemû zehmetiyan malên xwe çêkir. Dewletê destpêkê em koçber kirin. niha jî wekê ku em tinene tevdigere. Gundên derdorê, rêya wan, ocaxa wan ya tenduristiyê, av û ceyrana wan heye. Lê rêyek me tine. Sedema vê jî pergala cerdevaniyê ye. ger em bibûna cerdevan wê wisa nekiribana.

(rt/hu)