Di perwerdê de xala dawî: 'Ji ber serê te vekiriye melek nakeve dersa min'
09:04
JINHA
AMED - Li Zanîngeha Dîcleyê (DU) Fakulteya îlahiyatê xwendekar rastî gotinên zayendperest yên endamên hîndekariyê hatin û xwendekaran gotin: " Wekê ku hemû sedema xerabiyên cîhanê jinin, tevdigerin. Em naxwazin endamên hîndekariyê yên jinan biçûk dixînin guhdar bikin." xwendekaran diyar kirin ku xwendekarên ser vekirî dikevin dersê rastî gotinên 'serê we vekiriye ji ber vê melek nakevin polê."
Xwendekarên jin yên li Fakulteya îlahiyatê ya DU'yê dixwînin li dijî gotinên zayendperest û tacîzê serî hil didin. Xwendekarên jin diyar kirin ku ew li dijî gotinên endamên hîndekar bêzar bûne û bang li rektoriya DU'yê kirin. xwendekara îlahiyatê B.U behsa zehmetiyên ku jin dikişînin kir û got: "Ev fakulteya min ya duyemîne. Gazincên me destpêkê ji xwendekarên mêr dest pê dike. Ji bo jinan beşeke ku hatiye veqetandin tine. Ji bo jinan qada jiyanê nehatiye hiştin. Hemû qad ji bo mêran hatiye veqetandin."
'Ji ber serê te vekiriye melek nakeve pola min'
Xwendekar N.S jî da zanîn ku rastî tacîza gotinî ya mamosteyên dikevin dersan tên û wiha got: "Hinek mamoste her tim gotinên nefretê li jinan dikin. wekê ku hemû xerabiyên cîhanê jin dikin nêz dibin. Her tim ji xwendekarên jin re dibêjin 'hun çima dixwînin, bibin kewaniya malê û zarokan bînin'. Der barê têkoşîna jinê û femînîzmê de heqeretan dikin. dema em servekirî dikevin dersan dibêjn 'Ji ber we melek nakevin dersê'. Ev bi baweriya mirovan eleqedere lê ji ber mamosteyan em neçarin serê xwe bigirin û bikevin dersê."
'Li dij Kurdan gotinên nefretê'
Xwendekareke din A.t jî got gotinên nefretê ne tenê li dijî jinan li dijî Kurdan jî tê kirin û wiha got: "Her tim nîjadperestiyê dikin û kurdan biçûk dixînin. Gelek hevalên me ji ber van gotinan ders terk kirin. dibêjin 'hun zerduştin.' Em naxwazin ji mamosteyên wisa dersê bigirin."
(mm/hu)