Li zozanan kezwan şewazê dawî digire

09:07

JINHA

WAN - Li herema Katoya Xelîlan a Şaxê, kezwan bi destê jinan tên berhevkirin û li ser banên xaniyan tên hişk kirin.

Darên Kezwanan li heremên Kurdistanê şîn dibin.Kezwan di mehên Îlon û cotmehê de tên berhevkirin. Li herema katoya Xelîlan a Şaxê, li gundên Xûmar û Kaçîtê darên kezwanan zede hene. Kezwan ji germê hez dikin. Bejna vê darê digihîje 6-9 metreyan. Dar di dema adar û nîsanê de şên dibe û di îlon û cotmehê de kezwanan digire. Her wiha ji kizwanan cûreyek qehweya bi şîr tê çêkirin ku ev qahweya bi navê "qehweya kurda" tê naskirin. Di nava kurdan de cihê kezwanan taybet e.

Qehweya kezwanan a kurda ne

Kezwan bi hemû taybetmendiyên xwe di şibê dara fistiqê û cureyeyekî ji dara fistiqê ye. Ji darên wan yên mezin re ben, û ji darên wan yên biçûk re jî Benîşk tê gotin. Darên Kezwanan li zozanan û li deverên ku daristan şîn dibin çêdibe. Kezwan di meha adarê de bi vekirina pişkên xwe re, wûşiyên xwe jî çêdike. Wek dara tirî libên xwe di wûşiyan de ligel hev komdike. Ji meha adarê heya meha avrêlê wûşî û pelên dara çêdibin. Di meha tîrmehê de liba wan rengê xwe yê kesk digire û di hemen demê de qelikê wan bi temamî çêdibe û libên kezwanê şêwayê herî dawî digire.

Kezwan ji bo kurdan taybet e

Di hindirê liba kezwanê de tovîk yan jî kakilê wê heye. Kakil ji aliyê qelpikekê hişk ve tê dorpêçkirin û parastin. Derdorê qelpik jî bi perikek yan jî qaşîlek kesk tê dorpêç kirin. Di nava kurdan de, cihekî teybetîya kezwanan heye. Sabûna herî bi tendûrîst ya ku kurd bi xwe çêdikin ji kezwanan çêdibe. Her wiha kezwan mîna gûz û mêwîjan ji bo zivistanê têne hişk kirin û hilanin ji. Di dîwanên şevên zivistanê de li kêkela kakilê, gûz û mêwîjan çerezek bi nav û deng e. Dîsa jî qehweya ku jê re qehweya kûrdan tê gotin jî qehweya kezwanane. Qehweya kezwanan ji kezwanên li ser agir hatine qelandin û bi aşê kezwanan yan jî bi hawin ku tên hur kirin, tê bi dest xistin.

(hk/mk)