Jinên Efrînê: Yê wan tang û top heye ya me vîn û berxwedan heye
09:12
Sozda Oremar/JINHA
EFRÎN - Li hember êrîşên 'dagirkirin' ya artêşa tirk jinên gundê Dêr Belût diyar kirin ku serokomarê tirk dixwaze ser rûyê cîhanê xwe û hevkarên xwe tenê bihêle û gotin: "Li hember her cure êrîş em ê axê xwe radestî dagirkeran nekin. Ax namûs û rûmeta meye."
Artêşa tirk di 19'ê cotmehê de bi balafirên şer êrîşê herêmên Şehbayê yên ku ji aliyê hêzên şoreşger ve hatibû rizgar kirin kir û her wiha gundên Kantona Efrînê yên girêdayî navçeyên Cindirêsê û Raco, topbaran kir. Artêşa tirk 9 top avêtin navenda navçeya Cindirêsê û zêdetirî 50'î top jî avêtin gundê Dêr Belût. Her wiha gundên Mele Xelîl û Hemamê yên girêdayî navçeya Cindirêsê jî, topbaran kir. Li aliyekê din jî dewleta Tirkiyeyê 35 top avêtin gundê Meydan Ikbis ê girêdayî naveçeya Raco û derdora wê. Her wiha gundê Merwaniyê ya navçeya Şiyê jî hat topbaran kirin. Welatiyên gundê Dêr Belûtê bertekên tund nîşanî êrîşan dan û gotin ku ew ji tang û topên dewleta tirk natirsin û heya dawî dê li ber xwe bidin.
'Heya dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin'
Jina bi navê Perîxan Şêxo diyar kir ku 6 sale dewleta tirk hewl dide êrîşê Rojava bike û got ku: "Dewleta tirk bila vê yekê ji bîr neke. Dibe ku tang, balafir û topê wan hebe yê me nebe. Lê belê vîna me û berxwedana me heye. Heya dilopa xwîna xwe yê dawî em ê li ber xwe bidin. Em ê axa xwe radestî dagirkeran nekin."
'Em ê dev ji axê xwe bernedin'
Zaroka bi navê Rasmîn Rohaviya (13) jî wiha berteka xwe anî ziman: "Em ji Erdogan natirsin, hele ji tang û topê wan qet natirsin. Em dev ji axê xwe bernedin. Ez wek zarokek ereb dibêjm; Erdogan tu dijminê îslam û mirovahiyê yî. Tu çiqas bi hovane êrîş bikî em ê li ber xwe bidin. Di encama êrîşa topbaranê de 25 pezên me hatin kuştin. Li hember êrîşên dagirkeriyê em ê paşve gav navêjin."
'Em ji tang û topên Erdogan natirsin'
Fatma Nesen jî wiha got: "Em wek gelê Dêr Belûtê ji tang û topên Erdogan natirsin. Em li ser axa xwe ne. Em ê cih û warê xwe li hember êrîşan terk nekin, bila Erdogan vê yekê baş zanibe."
'Gelo çiyê Erdogan ligel me heye'
Welatiyê bi navê Ezedîn Îbrahîm jî wiha got: "Gelo çiyê Erdogan ligel me heye ku ewqasî êrîşê me dike. Em li ser axê xwe dijîn û me axê tu kes dagir nekiriye. Ji ber vê em ê nehêlin kes axa me jî dagir bike." Mihemed Elî jî destnîşan kir ku dewleta tirk li bakûrê Kurdistanê têk çûye vê carê berê xwe dide Rojava û wiha axivî: "Wek gelê Rojava me riya berxwedanê hilbijartiye."
'Ax namûs û rûmeta meye'
Ji niştecihê gund Ekrem Bekîr jî anî ziman ku dijminên mirovahiyê bi lêkirina 'dîwara şermê' dixwazin wan ji axa wan qut bikin û wiha domand: "Dixwazin axa me dagirbikin. Ax namûs û rûmeta meye. Ji bo ax em ê canê xwe bidin û destûr nadin kes axa me ya ku bi xwîna pîroz hatî avdan dagir bike."
'Erdogan çi ji me dixwaze'
Osman Rohawî yê ereb jî diyar kir ku di encama topbaranê de sewalê wan ziyanek mezin dîtiye û wiha got: "Ez dipirsim Erdogan dijminê mirovahiyê çi ji axa me dixwaze. Ez wek welatiyek ereb dibêjim, ez birayê kurdanim. Yên ku parastina me dikin hêzên YPJ/YPG'ê ye. Li hember êrîşan em ê li ber xwe bidin."
(rc)