Jinên çalekger: Vîna gel dikare dîktatorên herî xedar jî ji holê rake

09:17

JINHA

EFRÎN - Jinên ku li gundê Kefernaye ya herêma Şehbeyê pêşengiya çalakiyên li dijî 'dagirkeriya' artêşa Tirkiyeyê dikin diyar kirin ku êrîş ew ê çavê wan neşkîne û gotin: "Êrîş wê çavê me neşkîne, vîna gel dikare dîktatorên herî xedar jî ji holê rake."

Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê û herêmên Şehbayê li hemberî êrîşên artêşa tirk 'dagirker' yên li ser gundên Efrîn û Şehbayê ku dikevin ser sînorê bi Bakûrê Kurdistanê re, li gundê Kefernaya xwepêşandaneke bi heybet lidar xistin. Jinên ku pêşengiya çalakiyê kirine gotin: "Divê tevahî jin li hember zordestî û êrîşan serî hilde û dakevin qadan têkoşînê bikind bikin."

'Artîşa tirk êrîşê herêmên me dike'

Jina bi nav Meziyet Mûsa destnîşan kir ku armanca êrîşan tirsandina gele û wiha got: "Piştî herêm ji çeteyan hat paqijkirin, artêşa tirk êrîşê herêmên me dike. Em dev ji axa xwe bernadin û heya dawî jî em ê şopdarê riyê zarokên xwe bin."

'Dijmin tu car nabe dostê me'

Jina ereb Medya Sed jî êrîşa artêşa tirk ya li ser herêmên wan bi tundî şermezar kir û wiha axivî: "Divê tevahî gelê Sûriyeyê bizanibe ku ev êrîş li hember wan tevahî pêk tê. Divê gelê ereb êdî çavên xwe veke. Dijmin tu car nabe dostê me. Êrîş wê çavê me neşkîne, vîna gel dikare dîktatorên herî xedar jî ji holê rake. Bi vê baweriyê em ê wek gelê kurd û ereb dest bidin destê hev û ji bo azadiya xwe em ê têbikoşin."

'Em ê dest ji axa xwe bernedin'

Nadiye Cebil jî da zanîn ku ew ê wek jinên herêma Şehbayê tu car dev ji axê xwe bernedin û ev tişt got: "Çiqas Erdgan û çeteyên wî bi balafir, tank û topan êrîşê me bike jî, em ê dest ji axa xwe bernedin. Banga min ji hemû jinan ew e ku ji vê zordestiyê netirsin û îro dakevin qadan, têkoşînê bilind bikin."

(so/en/rc)