Fermandara YJA STAR: Hêzek gerîla gihêşt Kerkûkê

11:15

JINHA

KERKÛK - Çeteyên DAIŞ'ê şefaqê êrîşê bajarê Kerkûkê ya başûrê Kurdistanê kir û di encama vê êrîşê de şer dest pê kir. Têkîdarê mijarê Fermadara YJA STAR'ê raghand ku hêzek wan ji bu mudexeleyê hatine Kerkûkê.

Çeteyên DAIŞ'ê îro şefaqê saet di 03.00'an de êrîşê bajarê Kerkûkê ya başûrê Kurdistanê kir. Li ser vê yekê Fermandara YJA STAR'ê Niwêla Sîverek ya ku li eniyên parastina Kerkûkê cih digre, diyar kir ku ji bo parastinê komek wan derbasî Kerkûkê bûye û raghand ku li hember her cure êrîş ew di pozîzyona şer de ne.

Niwêla destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê encama têk çûna xwe êrîşê bajarên din dikin û got ev êrîşa li ser Kerkûkê nîşaneya vê yekê ye.

(şb/rc)