Li Serhedê ‘hevdîtina jinan’ sibê despêdike

11:24

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçova kampanya KJA yê ya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” de li Agirî, Mûş û İdirê hevdîtina jinan dê bê lidarxistin. Yekem hevdîtina jinan sibê li Agirî despêdike.

Kampanya Kongra Jinên Azad (KJA) yê ya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedîderdikevim” li bajaran belav dibe. Di navbera dîrokên 22-31’ê cotmehê de li Agirî, Mûş û İdirê hevdîtina jinan tê lidarxistin.

Dîrok û bernama hevdîtinên jinan li Serhedê wihane:

Agirî: 22 cotmeh yên beşdarî hevdîtinê bibin

* Berdevka demiya KJA yê Ayla Akat Ata
* Parlementera HDP’ê Ayşa Acar Başaran
* Hunermend Rojda

Muş: 27 cotmeh yên beşdarî hevdîtinê bibin

* Hevseroka Giştiya DBP’ê Sebahat Tuncer
* Parlementera HDP’ê Huda Kaya
* Hunermend Rojda

İdir: 31 cotmeh yên beşdar bibin

*Parlementerên HDP’ê Pervin Buldan û Huda Kaya
* Hunermend Rojda

(zt)