'Ji bo ku rastî dernekevin holê heyet tên astengkirin'
11:47
JINHA
AMED - Alîkara Serokê Giştî yê ÎHD'ê Meral Çildir der barê astengiyên li pêşberî Tevgera li dijî Nijadperestiyê ya Ewropayê û heyeta Parlamentoya Ewropayê de nirxandin kir û wih got: "Bi astengkirina serdanan re dixwazin ku rastî dernekevin holê û naxwazin ku bi kesên bûn şahidên mirin û hilweşîna ku dewletê pêk anî."
Tevgera li dijî Nijadperestiyê ya Ewropayê(EGAM) û heyeta ku ji Parlamentoya Ewropayê pêk tê, ji bo ku 3 rojan li Kurdistanê lêkolînê bike duh hat Amedê. Heyeta beriya ku bigihêjê Amedê li Balafirgeha Atatukê hat astengkirin, Endama Parlamentoya Îngilstan û Ewropayê Julîe Ward ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Julîe piştî ku alavên wê yên şexî hatin desteserkirin hat berdan. Alîkara Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Endama Komîsyona Dijberiya bi Neteweperestiyê re Meral Çildir diyar ya ku hatina heyetan nirxand diyar kir ku encam çi dibe bila bibe ew ê serdana xwe berdewam bikin.
'Tu bersiv ji bo me nehat dayîn'
Meral diyar kir ku heyeta EGAM'ê beriya ku bê Tirkiyeyê serlêdan kiriye lê tu bersîv ji bo wan nehatiye dayîn û wiha distnîşan kir: " Ji bo ku em karibin vê serlêdanê bikin wekî prosedur divê ku me serî li Wezareta Karên Hundir bidana. Lê piştî ku me mijar ji hevalê xweyê parêzer re vegot got me bersiva 'ger ku ji walîtiyê destûr bê xwestin dê serlêdan ji bo Wezreta Karên Hundir neyê dayîn' girt."
Bi malbatên cenazeyên xizmên xwe negirtibûn re hevdîtin
Meral diyar kir ku yek ji armanca hatina heyetê ew e ku bi malbatên zarokên xwe di têkoşîna parastina xwerêveberiyê ya li Surê de winda kirine re ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: " Me bi mehan li Sûrê, bi malbatên ku cenazeyê zarokên xw nergirtibû re hevdîtin kir. Em bi STK'yan re ketin têkiliyê. Me xwest ku em bi parlamenterê AKP'ê re hevdîtinê bikin. Mexwest ku bi telefonê xwe bigihîninê, lê bersiva men eda. Emê hevdîtinên xwe berdewam bikin."
(şa-mla/gc/mk)