Koçberên Mûsilê wê li Kampa Holê bi cih bibin
13:50
JINHA
HESEKÊ – Rojava welatiyên ku ji ber şerê li bajarê Mûsilê koçber bûne ser sînor pêşwazî dike. Hat diyar kirin ku pêdiviyên lezgîn ji bo koçberan pêwîste.
Piştî ku operasyona Mûsilê dest pê kir bi hezaran welatî neçar man cih û warê xwe terk bikin. Îro zêdetirî hezar koçberên ji bajarê Mûsilê û gundewarên wê, gihiştin sînorê di navbera rojava û başûrê Kurdistanê. Têkîldarê mijarê Midûrê Buroya Komîseriya Karûbarên Koçberan a girêdayê NY’yê Alphonse Moniniza diyar kir ku hejmara koçberên Mûsilê li Kantona Cizîrê wê bigihêje 50 hezar û wiha axivî: ″Em ê koçberên Iraqê pêşwazî bikin û li kampa Holê bi cih bikin.″
(rc)