Dewleta tirk êrîşên xwe li ser herêma Şehbeyê girantir kir
15:02
Cotmeh
21
/ 2016
JINHA
EFRÎN-Li gor agahiyên lezgîn yên nûçegihanên me ji Herêma El Şehba, di van kêliyan de dewleta Tirkiyeyê bi hawan û çekên giran êrîşê bajarokê Til Rifat û gundên nêzîk wê kiriye.
Nûçegihanên me li herêma El Şehba ku êrîşên dewleta Tirkiyeyê ev sê roje bênavber didome, dane diyarkirin ku di van kêliyan de hêzên artêşa Tirkiyeyê bi çekên giran û hawanan bajarokê Til Rifat ser bi El Şehba û gundên Şêx Îsa, Hisiye, Um El Hoş û Herbel bombebaran dikin.
Li herêmê balafirên keşfê yên bêmirov jî digerin.
(so/en/rc)