Jinên Til Temirê li ser geşedanên siyasî û rewşa jinan nîqaşkirin
15:28
JINHA
TIL TEMIR- Rêxistina Kongreya Star li gundên Dawudiyên û Slihiyê ji jinên kurd û ereb re civîn derbarê rewşa herêmê û bûyerên siyasî yên di rojevê de çêkir.
Kongreya Star li gundên Dawûdiyên û Salihiyê yên bajarê Til Temira Kantona Cizîrê ji bo jinên kurd û ereb civîn lidar xistin. Di van civînan de rêveberên Kongreya Star ya bajêr Ronahî Til Temir Gulîxan Tahir, Dilşa Yûnis û endama Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk ya Kongreya Star a bajêr Elya Oglo amade bûn. di civînê d rewşa jinan û pirsgirêkên herêmê hate nîqaşkirin.
Rêvebera Kongreya Star Ronahî Til Temir şerê li herêmê û êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê bi bîr xist û da zanîn ku divê gel bi hemû hêza xwe parastina axa xwe bike. Ronahiyê diyar kir ku ev êrîş ne tenê li ser gelê kurd, pêkhateyên din ên rojava û bakûrê Sûriyeyê jî tehdît dike û wiha domand: "Divê em bersiveke xurt bidin wan û em bêjin va em ê hemû êrîşên we vala derxin. Dê bi hêz û vîna jinê her der azad bibe. Li herêma Cerablûsê, Reqayê û Şedadê bêtirî gelê me yên li wir dijîn erebin. Êrîşê wir kirine û ev tê wateya ku Tirkiyeyê û çeteyên wî dijminatiya hemû netewan dikin."
Rêvebira Kongra Star Gulîxan Tahir jî bal kişand ser pirsgirêkê jinan û bi taybet jî qala zewaca bi temenê piçûk kir û ji jinan xwest ku ji malbata xwe destpêbikin û hemû civakê biguherin.
Dilşa Yûnis jî rola jinan di nav sîstema Federal de rave kir û xwest ku bi pêşengtiya jinê, civak ji vê sîstemê re amade bin. Herwiha Dilşayê bal kişand ser rêxistinbûn û têkoşîna li beramberî pirsgirêka jinê. Elya Oglo jî girîngiya jiyana wekhev û hevjîna azad di civînê de vegot.
Civîn bi pirsan û bersivdayînê bi dawî bû.
(sş/en/rc)