Dê jin li Almanyayê li dijî şer û koçberiyê bimeşin
15:49
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Almanyayê dê jin li dijî şer û koçberiyê di 29'ê cotmehê de meşeke girseyî li dar bixin. Meşa ku SKB dê jê re pêşengiyê bike, dê jin bi korteja Enternasyonal a Jinan bimeşin.
Yekitiya Jinên Sosyalîst a Almanyayê (SKB) û Koma Prolos kampanyayeke bi sernavê 'Li dijî Sedemên Koçberiyê Têkoşîna hevpar - Fluchtursachen Bekmpfen' li dar xistin. Di çarçoveya vê kampanyayê de ji bo 29'ê cotmehêde li Nurnbergê amadekariya meşê tê kirin.
Koma Xebatê ya Jinan jî dê bi şiyara "Kesên ku bûn sedema koçênas bike û bi rêxistin bike" banga tevlibûna Korteja Jinan a Enternasyonalîst kir. Pîştî xebatên SKB'ê ku hevkarê kampanyayê ye biryar hat girtin ku dê Korteja Jinên Enternasyonalîst bê avakirin.
Di daxuyaniya ku hevpar hat dayîn de wiha hat gotin: "Li hemû dera cîhanê agir dibare. Em jin jî di orta vî agirî de ne. Li hemû dera cîhanê ji ji aliyê pergala mêr ya serdest ve tên çewisandin. Şerê Emperyalîstan jinan mecbûrî koçberiyê dike em di çarçoveya vanpêkanînande hemû jinên koçber û penaber di 29'ê cotmehê de vedxwînin meşê."
(gc/mk)