Di serdegirtina malê de Behîce Bor girtin

17:18

JINHA

WAN – Polisan di mala Behîce Bor de lêgerîn kirin û ew girtin.

Behîce Bor (49) ku li mala xwe ya li taxa Xaçortê ya li navçeya Rêya Armuşê ya Wanê dijî, di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Di sala 2002'an de bi hinceta "alîkarî daye rêxistinê" doz li Behîce hatibû vekirin û 3 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Behîce hat binçavkirin û piştî li Midûryeta Polîsan a TEM'a Artemêtanê îfadeya wê girtin. Behîce piştî îfadê girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.

Hat zanîn di çarçoveya heman sucdariyê de Behîce 14 mehan di girtîgehê de maye.

(zt)