Êrîş li ser gundê Şêx Îsa zêdetir bû
17:59
Cotmeh
21
/ 2016
JINHA
EFRÎN-Li herêma El Şehba şer her diçe girantir dibe. Êrîşa ku du roj berê ji hêla artêşa Tirkiyeyê ve hatibû destpêkirin, niha li gundê Şêx Îsa ya ser bi herêma El Şehba dijwartir bûye.
Li gor agahiyên nûçegihana me, danê êvarê êrîşên bi çekên giran li ser gundê Şêx Îsa yê herêma El Şehba dijwar bûye. Di encama van êrîşan de ziyanên madî û menewî hene.
Dewleta tirk ku bênavber êrîşê herêma El Şehba dike, li gund û cihên ku gelê sivîl lê dijîn, komkujiyan pêk tîne. Heya niha di van êrîşan de gelek sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.
(so/en/rc)