ROJEVA 22'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ

09:00

*Endama Yekitiya Saziyên Jinan Sema Orgunê diyar kir ku tayînakirina qayyûman aji bo şaredariyên ku bi xebatên jinan û pergala hevserokatiyê balê dikişîne, berhema zîhniyeta mêr ya azad nebûye.

*Kîbar Suvarî û Nûjenê ji komên dezavantaj yên civakê zarok û astengdar girtin dest û ji çavê zarokên Sûrê û teşeyên ji civakê durxistin a astengdaran bi objektîfa xwe vedibêjin.

*Gevez Alaca ya 75 salî kul i taxa Çîçeklî ya Wanê dijî ev 30 sale bi nebatên xwezayî yên berhev dike ji birînên şewatê bigire heta pençeşêra memikan û gelek nexweşiyên din re dibe derman.

*Xebatkara Televîzyona Hayatin Sesî ku bi KHK'yê re hat girtin, Serpîl Berkê got: "Em ji kevneşopiyek têkoşer tên. dibe ku kanalên me hatibin girtin lê rojnameyên me hene û emê xwe bigihînin gel."

*Di rojên borî de li Wanê lîderên eşîran hatin cem hev û deklerasyonek hevpar weşandin û gotin 'em li cem dewletê ne'. jinan bersiv dan vê gotinê û wiha gotin: "Jinên Kurd wê qezencên xwe yên bi sahaya PKK'ê bi dest xistine ti car teslîm neke. Em deklerasyona eşîran nas nakin. Ew nekarin me temsîl bikin."

*Ji rêveberên Komeleya Rojava parêzer Cemîle Turhalli ji bo gelê Şirnexê ku neçar man bajar terk bikin û ji bo hewcedariyên wan yên zivistanê bang kir û got di xebatan de hewcedarî bi dildaran heye.

*Jinên Kantona Kobanê êrîşên dewleta tirk ya li ser Kantona Efrînê û komkujiyên li herêma Şehba wek berdewama plana valaderketî ya dagirkirina Kobanê nirxandin.

*Li taxa Şilbêya Yenîşehira Amedê dayika gulê ligel temenê xwe yê mezin amadekariya zivistanê dike û êzingan kom dike.

*Jinên ereb yên li gundê Tiwêna dijîn, bi hêz û keda xwe ya mezin, bêy ku alîkarî ji mêran dexwaz bikin, xaniyan bi destê xwe avadikin.

*Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo têkîldarê operasyona Mûsilê û êrîşên ser herêmên Rojava got: "Tê îdeakirin ku dê şerê Mûsilê bibe gavên dawî yê şerê herêmê, lê diyar e ku ne wiha ye. Ji ber hêzên hegemon nexşeya herêmê diguherin. Ev jî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û senaryoyên wê demê dixîne bîra mirov."

*Fermandara YJŞ'ê Dersîm Şengal di derbarê xebat û girêdanbûna di navbera TAJ'ê û YJŞ'ê de nirxandin kir û got ku Yekîneyên Jinên Şengalê TAJÊ wek vîna xwe ya siyasî dibîne.