'Em ji kevneşopiya têkoşîna xwe hêzê digirin'
09:04
Şehrîban Aslan/JINHA
AMED - Xebatkara Televîzyona Hayatin Sesî ku bi KHK'yê re hat girtin, Serpîl Berkê got: "Em ji kevneşopiyek têkoşer tên. dibe ku kanalên me hatibin girtin lê rojnameyên me hene û emê xwe bigihînin gel."
Bi KHK'yan re di 9'ê îlonê de 12 TV û 11 radyo hatin girtin. Yek ji van Tv yan Hayatin Sesî bû. xebatkara televîzyonê Serpîl Berk piştî girtina televîzyonê rojnameya Evrenselê belav dike û diyar kir ku ti zext wê pêşî li derxistina rastiyan negire û wiha got: "Kanala me hat girtin. Gel vê dizane. Ji ber vê zêdetir xwedî li rojnameya xwe derketin."
'Em hedef nîşan dan'
Serpîlê got televîzyon hat girtin lê bi rojnameyê xwe digihînin gel û wiha berdewam kir: "Bi Tv ya belkî dengê me birîn lê emê gotina xwe her tim bêjin. Bêguman li ser wan jî zext didomin. Rojnameya Akît û Starê rojnameya me hedef nîşan dan. Em tehdîd kirin."
Sepîlê destnîşan kir ku AKP'ê zextên li ser çapemeniyê zêde kiriye û got wê bi rojnameya xwe dengê xwe bigihînin gelek kesî. Serpîlê anî ziman ku zextên li ser rojnamegerên jin jî zêde bûne û got di şert û mercên şer de dixebitin.
(hu)