Jin: Em deklerasyona eşîran nas nakin

09:06

JINHA

WAN - Di rojên borî de li Wanê lîderên eşîran hatin cem hev û deklerasyonek hevpar weşandin û gotin 'em li cem dewletê ne'. jinan bersiv dan vê gotinê û wiha gotin: "Jinên Kurd wê qezencên xwe yên bi sahaya PKK'ê bi dest xistine ti car teslîm neke. Em deklerasyona eşîran nas nakin. Ew nekarin me temsîl bikin."

Di rojên borî de li Wanê ji 16 bajaran 181 lîderên eşîran hatin cem hev û deklerasyonek hevpar weşandin. Di deklerasyona hat weşandin de bi biryara 'Em li dij PKK'ê ne li cem dewletêne' gotin ew di asta amadekariyeke avabûneke nû de. Jinan bertek nîşanê vê deklerasyonê dan diyar kirin ku dewletê di salên 90'î de bi navbeynkariya lîderên eşîran pergala cerdevaniyê ferz kirine û li dijî Kurda polîtîkaya şer xistine dewrê û got îro jî berdewam dikim. Jinan wiha got: "Ev 40 sale bi pêşengiya PKK'ê têkoşînek tê dayîn û qezencên me bidest xistine em nadin dest axayan û em eşîran nas nakin."

'Jin di pergala eşîran de tine hatin hesibandin'

Jina bi navê Teybet Ozlu got jin di pergala eşîran de tine hatine hesibandin, rastî her cureyê zextan hatine û wiha got: "Li mala welatiyekî 5 pez hebûna ji van yek yê axa bû. Axayan li gundan hemû erd xesp kiribûn û zil dikirin. Dest didan ser erdan. Mirov wek kole didan xebitandin. Dîsa yên herî zêde rastî zilmê dihatin jin bûn. Ti mafê jinan tinebû. Kîjan jin rind ba wek malê axa dihat dîtin."

'Nekarin me teslîm bigirin'

Eyde Ertuş jî bi lêv kir k udi roja îro de êdî pergala eşîrê nekare zindî bibe û got ew bi lîderên eşîran bawer nakin û wih agot: "Bi salan berê gelê Kurd piştî xweda bi axa didîtin. Yanî îtiat dikirin. Li ser gotina axayan gotin nedihat gotin. lê ew dewr qedya. Axayê çi. Bi salane dewletê bi van polîtakayan ew xapandin. Niha dîsa dixapînin. Mixabin ji berê ders dernexistine. Em ti car teslîm nabin."

Denbêj Raziye Kizilê jî dest nîşan kir ku eşîran berê bi hevkariya dewletê pergala cerdevaniyê ferz dikir û got bi pergala cerdevaniyê li dijî Kurdan komkujî pêk hatin û got: "Dewletê bi salan em anîn hember hev. Bû sedema mirina gelek kesî. Ez xemgîn dibim. Mixabin bi van polîtîkan gelê Kurd tînin hemberî hev."

Raziyê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Kurd li dij eşîran ne bê çareseriye. Li dijî axayan PKK heye. PKK'ê bi salan li dijî wan têkoşîn da. Jinên Kurd ji nûve afirandin. Bi saya PKK'ê jinên Kurd gelek qezenc bi dest xist. Em wan qezencan teslîmê axayan nakin. Em deklerasyonê nas nakin.

(htk/hu)