Ji bo Şirnexiyan banga piştevaniyê

09:07

JINHA

AMED - Ji rêveberên Komeleya Rojava parêzer Cemîle Turhalli ji bo gelê Şirnexê ku neçar man bajar terk bikin û ji bo hewcedariyên wan yên zivistanê bang kir û got di xebatan de hewcedarî bi dildaran heye.

Piştî qedexeyên derktetina kolanan a li Şirnexê welatiyan gotin 'em xaka xwe terk nakin' û lig undan û kontarên çiyan bi cih bûn. Berxwedana Gelê Botan ku ji salên 90'î de berdewam dike bi hatina zivistanê re şert û mercên wan zehmetir bûn. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava ji bo vê banga lezgîn kir.

Parêzer Cemîle Turhalli ku rêvebera komeleyê ye got yên koç kirine cil û berg jî negirtine cem xwe û ji malên xwe derketine û wiha got: "Malbat vala malên xwe terk kirine. niha gelek hewcedariyên wan yên xurek û cil ûbergan heye. Gelek kes cihên wan tine bû û di konanan de dijîn û bi kampanyayê xwişk-bira yên me dane destpêkirin re malbat jiyana xwe bi hev re didomînin."

'Hewcedariya me bi piştgiriya gelê me heye'

Cemîleyê behsa kampanyaya ku ji bo gelê Sûr, Gever, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û Sîlopiyê dane destpêkirin kir û wiha got: "Me malbatên koç kirin eû malbatên din anîn cem hev. Bi vê re ji bo em mexduriyeta wan daxînin asta herî jêr me xwe gîhand gelek malbatan. Malbatên xaniyên wan hatibûn hilweşandin me derî, paçe û alav temîn kirin. ji vir şûnde jî wê xebatên me di vî alî de berdewam bikin. ji bo vê hewcedariya me bi piştgiriya gelê me heye."

Ji bo gelê Şirnexê hewcedariyên zivistanê

Cemîleyê destnîşna kir ku bi taybet divê ji bo gelê Şirnexê tora piştevaniyê bê hunandin û got: "Pêşiya me zivistane. Divê em ji bo hewcedariyan bi lez tevbigerin. Divê tora piştevaniyê mezin bibe. divê her kes xwe berpirsyar bibîn eû xwe bike şûna malbatan û bi wî awayî tevbigere.Ev ne tenê ji aliyekî civakî ji bo hemû civakê derbasdare."

Cemîleyê di dawiya axaftina xwe de got kesên dixwazin bi dildarî tevlî xebatên wan bibin dikarin bi rehetî xwe bigihînin wan û got divê hemû kes destê xwe dirêjî gelê Şirnexê bike û ligel wan be."

(bc/hu)