Jinên Kobanê: Plana dagirkirinê li Kobanê biser neket dê li Şehba û Efrînê jî têk biçe
09:08
Berçem Cemal/JINHA
KOBANÊ - Jinên Kantona Kobanê êrîşên dewleta tirk ya li ser Kantona Efrînê û komkujiyên li herêma Şehba wek berdewama plana valaderketî ya dagirkirina Kobanê nirxandin.
Li hember êrîşên 'dagirkirinê' ya artêşa tirk li ser herêma Şehba û Efrînê her ku diçe bertekê jinan zêde dibe. Jinên Kantona Kobanê diyar kirin ku çiqas dewletên desthilatdar êrîşê wan bikin jî ew ê li hember vîna gel têk biçin û gotin ku êdî ew ji her demê bi hêztirin. Endama Mala Jinê ya li kantona Kobanê Zozan Xelîl anî ziman ku ev êrîşên li ser Kantona Efrînê bi armanca ku dubare desthilatdariyê li ser Kurdan bikin û axa Rojava dagir bikin tê kirin.
'Planê wan li Kobanê jî têk çûbû'
Zozanê destnîşan kir ku dewleta tirk li hember kantona Kobanê jî plana dagirkirinê xistiye dewrê û wiha domand: "Lê bi ser neketin. Li vir jî dîwarê şermê lêkir. Niha jî li Efrînê heman polîtîka dimeşîne. Axa Rojava dagir dike, dîwar lêdike û êrîşê gundên Efrîn û Şehba dike. Çiqas AKP'ê û çeteyên pê ve girêdayî û dewletên wek Îran, Siûdî û hwd. din li dijî kurdan êrîş bikin jî, nikarin me careke din tune bikin û li ser me desthilatdariyê pêk bînin."
'Her kes dizane dewleta tirk dagirkere'
Endama Kongreya Star Felek Yûsif jî bal kişand ku her kes dizane dewleta tirk, dewletek dagirkere û wiha axivî: "Dixwaze li başûrê Kurdistanê bikeve Mûsilê. Cerablûs dagir kirin. Niha jî berê xwe daye herêmên El Şehba û Kantona Efrînê. Gelê me çawa li Kobanê li ber xwe dan û nehiştin li vir bigihîjin armancên xwe, dê li wir jî biser nekevin."
'Êrîş piştî îlanakirina sîstema Federaliya Demokratîk zêde bûye'
Rêvebera Desteya Karê Hundir ya Kantona Kobanê Zozan Bozo jî nêrîna xwe wiha rave kir: "Tirkiye dixwaze pêşiya pêşketina gelê kurd û herêmê bigire. Ji ber vê axa bakûrê Sûriyeyê dagir dike. Ev hewldan piranî jî piştî îlankirina sîstema Federal Demokratîk çêbûn û balkêş in. Em li cem gelê xwe yê Kantona Efrînê û Şehbayê ne. Em ê bi hev re li dijî êrîşên dewleta tirk bisekinin û berxwedanê bigihînin serkeftinê."
(en/rc)