Jinên êzidî yên ku hêza xwe dikin yek armanca wan mezine

09:13

Xensê Xidir/JINHA

ŞENGAL- Fermandara YJŞ'ê Dersîm Şengal di derbarê xebat û girêdanbûna di navbera TAJ'ê û YJŞ'ê de nirxandin kir û got ku Yekîneyên Jinên Şengalê TAJÊ wek vîna xwe ya siyasî dibîne.

Jinên êzidî yên ku piştî fermanê xwe di qada siyasî û leşkerî de bi rêxistin dikin, qala ahengiya û têkiliya xwazayî ya di navbera xebatên siyasî û leşkerî de kirin. Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) diyar kir ku ew Tevgera Azadî ya Jinên Êzidîxan (TAJÊ) weke vîna xwe yê siyasî dibînin û got ku di heman demê de TAJÊ jî YJŞ'ê weke hêza xwe ya leşkerî dibînin. Dersîmê diyar kir ku êşa fermanê herî giran jin jiyaye û wiha got: "Sedema fermanê ji ne rêxistinbûnê bû. Ji ber vê yekê piştî fermanê bi aweyek lezgîn me biryara rêxistinbûna xwe da û me di hin qadan de xwe bi rêxistin kir. Armanca me mezine, heya ku em dayik û jinên êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de û axa Şengalê bi temamî rizgar nekin, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."

'Îro jinên êzidî di çeperan de li hember DAÎŞ'ê şer dikin'

Dersîmê bi lêv kir ku, piştî fermanê ew hêza YJŞ'ê îlankirine û got ku, ew di eniyên şer de serkeftinên mezin bi dest xistine û wiha axivî: "Me wek Yekîneyên Jinên Şengalê gavên mezin avêtine û di hemleyan de me darbeyên giran li çeteyan xistiye. Ji xeta Midîbamê heya bajarê Şengalê em wek YJŞ'ê henin û parstina Şengalê dikin."

'Rêxistinbûna jinên êzidî wê dawi li fermanan bîne'

Fermandara YJŞ'ê Dersîmê her wiha bal kişand ser têkiliyên di navbera YJŞ'ê û TAJÊ û wiha pêl da gotina xwe: "Em weke YJŞ'ê xwe ji Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî (TAJÊ) qut nabînin. Ew baskên siyasine em jî baska leşkerine. Armanc parastina jinên êzidiye. Di 2'yemîn konferansa TAJÊ de hatibû gotin ku ew YJŞ'ê weke hêz û vîna xwe ya leşkerî dibînin. Mînak çawan YBŞ meclisa xwe ya avaker vîna xwe ya siyasî qebûl dike û xwe wek hêza wê ya leşkerî dibînê, di nav da jî em weke jin hevdû temam dikin û TAJÊ weke vîna YJŞ ê ya siyasî dibînin. Bi vî awayî li ser bingehek ku em bikaribin ji bo jina êzidî kar û xebatek bidin meşandin û têkoşîn bikin. Rêxistinbûna jinên êzidî wê dawî li fermanê bîne."

'Parastina jina êzidî erka serkeye'

Derismê di dawiya gotina xwe de bang li tevahî jinên Êzidîxanê kir û ev tişt li gotina xwe zêde kir. "Bila werin li ser xaka xwe bijîn. Ji ber li vir jin xwe bi rêxistin kiriye û hêza wê ya parastinê hatiye ava kirin. Jinek êzidî li kur dibe bila bibe em weke YJŞ'ê erka xwe dibinin ku wan birêxistin bikin û biparêzin. Dema ku jin bi rêxistinkirî be tu hêz nikare dest dirêjî wan bike. Ji ber vê em dibêjin parastina jina êzidî erka serekeye."

'Jinên êzidî wê xwe bi rêxistinkirinê re azadiya Şengalê misoger bikin'

Endama Rêvebera Tevgera Azadî ya Jinên Êzidixan (TAJÊ) Ferîde Seido jî da zanîn ku wan piştî 2'yemîn konferansa xwe meclîsa xwe avakirine û wiha domand: "Di konferansa 2'yemîn de me nîqaşên girîng pêk anî. Ev yek asta pêşketina jinên êzidî nîşan dike. Ji ber ku ji dîrokê heya roja îro cara yekeme jina êzidî xwe bi rêxistin dike û xebata xwe bi xwe pêk tîne.Tevahî jinên êzidî endamên TAJÊ ne. Ji ber ev tevger nûneriya vîna tevahî jinên êzidî dike. Em wek Tevgera Azadî ya Jinên Êzidîxanê YJŞ'ê wek hêza xwe ya leşkerî dibînin. YJŞ'ê di çaperan de parastinê dikn em jî di aliyê civakî de jinan bi rêxistin dikin. Têkiliya tevgera me ligel Rêxistina Kongreya Star jî hene û bi hêze. Ew di aliyê rêxistinkirina jinan de xwedî tecrûbeyên mezin in. Çawa ku Êzîdxan bê Şengal nabe TAJÊ û YJŞ jî bê hev nabin. Armanca me ya herî sereke jinên êzidî yên dîlgirtî, ji destê DAIŞ'ê rizgarkirine. Jinên êzidî wê xwe bi rêxistinkirinê re azadiya Şengalê misoger bikin."

'Jinên êzidî wê tola tevahî jinan rake'

Ferîdeyê destnîşan kir ku, ew her ku dem derbas dibe hîn zêdetir bi hêz dibin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji ber pêwîstiya jinên êzidî ji her kesî bêhtir bi rêxistinbûnê û paristinê heye. Ji bo em dawî li van fermana binîn, divê ku em di hemu aliyan de xwei xurt bikin û meclîsa xwe berfireh bikin û her wiha hêza xwe ya leşkerî mezintir bikin. Ji ber armanca me ya sereke azadiya hemu jinên êzidiye. Azadiya jinê êzdî azadiya Şengalê ye."

(rc)