Li gundê Tohîne ya herêma El Şehbayê şer dewam dike

10:35

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê ku li herêma El Şehbayê şevê din bi giranî dewam dikir hat diyar kirin ku, êrîş hatine şikandin û niha li gundê Tohîne û derdora wê şer didome. Her wiha hat zanîn ku seqiyeta tangan li ber sînora Efrînê heye.

Artîşa tirk û hêzên girêdayî wan sê roje bê navber êrîşê herêma El Şehba û Efrînê dikin. Di encama êrîşa giran de şevê din agahiyên şer hatin.

Şevê din li dora bendava Şehbayê û gundên wê şerek giran rû da û di encama şer de li gorî agahiyan gelek çeteyên Tugayê Sultan Murad yên girêdayî Tirkiyeyê ne hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku Meclîsa Leşkerî ya Herêma El Şehbayê daye jî; hat gotin ku êrîş bi bersivên xurt hatine şikandin û di saetên sibehê de jî li dora gundê Tohîne şer giran bûye. Hat zanîn ku hîna şer li dora gund berdewam dike.
Sewqa tangan li ser sînora Efrînê tê kirin

Li aliyê din artêşa tirk ji şevê din ve tangan sewqî sînorên Efrînê dike. 8 tang li navçeya Cindirêsa Efrînê di rasta gundên Dêr Belût û Nesriyê hatine bi cihkirin. Her wiha li navçeya Şiyê jî li dora gundê Merwaniyê ya li ser sînro sewqa obûsan ji bo qeraqolê tê kirin û balafirên şer digerin.

(so/fk/rc)