Li Agiriyê jin li eywanê dicivin
10:44
JINHA
AGIRÎ - Di çarçova kampanya KJA yê ya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” li Agiriyê jin kelecanek mezin cihê xwe li eyvana hevdîtînê digirin.
Kampanya Kongra Jinên Azad (KJA) yê ya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedîderdikevim” li Agiriyê jin di seatên serê sibê de cihê xwe li eyvana hevdîtînê digirin. Hevdîtîna jinan li Eyvana Karizmat a navenda Agiriyê di seat 11.00’an de destpê dike. Di hevdîtîna jinan de berdevka demiya KJA’yê Ayla Akat Ata, Parlementerên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Huda Kaya û Dîrayet Taşdemîr li gel hevserokên navend û navçeyên Agiriyê dê amadebibin. Piştî axaftinên sîyasetmendaran dê bi stranên hûmermendên NÇM’ê dawî li hevdîtîna jinan bê.
(hk-va/zt)