Gel nerazîbûn nîşanê êrîşên li ser El Şehba didin
11:06
JINHA
GIRKÊ LEGÊ- Li bajarê Girkê Legê bi sedan welatî bi armanca şermezar kirina êrîşa artêşa tirk ya li ser herêma El Şehbayê daketin qadê.
Li bajarokê Çilaxa ya girêdayê Girkê Legê bi pêşengiya TEV-DEM'ê bi armanca şermezarkirina êrîşên 'dagirkirinê' yê li hember herêma El Şehba û Kantona Efrînê meşek girseyî pêk hat. Di meşê de gelê kurd û ereb bi yek dengî nerazîbûna xwe anîn ziman. Jinan ji meşê re serkêşî kirin.
Di meşê de alên YPG/YPJ'ê û postera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate hildan û girseya gel bi dirûşmeyên "Na ji êrîşên dewleta faşîst a tirk li ser Bakûrê Sûriyê", "Na ji komkujiyên Tirkan li ser Herêma El Şehba" meşiyan. Meş ji sûka bajarok destpêkir û heya Qada Şehîd Gulhat dewam kir. Li wir axaftin hatin kirin.
Rêveberê TEV-DEM'ê Sirûr Şetî di merasîmê de axivî û wiha got: "Bi navê yek gel, yek ruh û pêkhateyên Rojava em êrîşên Tirkiyeyê şermezar dikin. Di van êrîşan de sivîl jiyana xwe ji dest didin. Hêzên navnetewî jî bêdeng in. Lê em ê heya dawiyê li ber xwe bidin."
Rêvebera Kongreya Star Cahîde Şemo jî êrîşên li ser herêma El Şehba mehkûm kir û wiha axivî: "Dewleta Tirkiyeyê û çeteyên wê ji serkeftinên me li herêmê ditirsin. Ji biratî û yekgirtina gelan ditirsin. Lewre êrîşê me dikin. Dê planên Erdogan ên qirêj bi berxwedana me hilweşe."
Çelekî bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Şehbayê" bi dawî bû.
(rd/en/rc)