KJA yê bertek nîşanî operasonên siyasî da

14:10

JINHA

ENQERE – KJA yê operasonên ser siyaseta kurdan şermezar kir û xwestin siyasetmendarên girtine serbest berdin.

KJA yê li Navenda HDP’ê ya Enqerê girêdayî êrîşên ser HDP, DBP, HDK, ADAD û sendîkayan civîna çapemeniyê lidarxistin. Endama Koordinasyona KJA yê ya Enqerê Sihan Aydin Kaya daxuyanî da. Sihan diyar kir ku Tirkiye di rewşek a pevçunan dene û got: “Her roj girtin û binçavkirinên nû çêdibin. Operasonên bi hestên tolhildanê dikin herêma siyasetê teng dikin. Ev ne roja bêdengiyê ye. Divê dawi li van bê hiquqiyan bê û yên girtine serbest berdin.”


Sihan got: “Ti tindî û zilm me naşikêne, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

(he/zt)