Xizmên windayan kesên di komkujiya Lîcê de jiyana xwe jidest dayîn bibîranîn
14:27
JINHA
AMED/ÊLIH - Şaxên ÎHD û Xizmên Windayan, li Amed û Êlihê di hefteya 402'yemîn de li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kurd bibin yek û windayên xwe bibînin.
AMED
Komela Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" di hefteya 402'yemîn de li avahiya ÎHD'ê çalakiya xwe pêk anîn. Di çalakiyê de xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHD'a Amedê û gelek kes amade bûn. Di çalakiyê de destpêkê Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku heta li Tirkiyeyê edalet bê dîtin dê çalakiyên xwe bidomînin.
Racî bal kişand ser salvegera qetlîamên Licê û wiha got: "Em wetlîamê şermezar dikin. Em ji qetlîaman natirsin. Her roj li Tirkiyeyê roja qetlîama ne. Li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê dewletê ve gelek kes hat qetilkirin û piştre hatin koçberkirin. Em livir parêzerê qetlîama Licê Tahîr Elçî bi bîrtînin."
Çîroka Fehmî Tosin hat parvekirin
Parêzerê ÎHD'a Amedê Hasan Yalçin çîroka vê heftyê xwend û got: "Fehmî Tosun di sala 1991'an de di serdegirtina gund de tê binçavkirin, 21 roj di bin binçavkirî de dimîne. Piştî Tosun sewqî dadgehê hat kirin tê giritn û davêjin girtîgehê. 3 sal û 9 meh ceza dixwe. Qasî 3 salan di girtîgehê dimîne. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve destpêkê Fehmî Tosun, piştre hevsera wî Hanim Tosun û zarokên wî koçî Stenbolê dikin. Fehmî Tosun û Huseyîn Aydemîr di 19'ê Cotmeha 1995'an de tê binçavkirin. Kesên Fehmî binçav dikin di wê rojê de seat di 7'an de bi wesayitek spî ya Renault tînin ber mala wî. Di wê demê de zarokên Fehmî, biraziya wî û hevsera wî dibîne ku kesên bi telsîz, Fehmî dikişînin dawiya bexçeyê apartmanê. Fehmî yê ku fahm dike hevsera wî di paceyê de li wî dinêre, ew jî xwe davêje erdê û diqîre, hawar dike dibêje ku ez têm girtin û alîkariyê dixwaze. Heta ku Hanim Tosun dadikeve jêr, ew kesên ku Fehmî Tosun binçav dikirin wî bi lezûbez davêtin wesayitê. Hanim li pey wesayitê direve, diqîre, lê nagihêje wesayitê. Hanim ji kesên ku li dora wê civiya ne, daxwaz dike ku plaqaya wesayitê bigirin. Fehmî Tosun di 19'ê Cotmeha 1995'an de bi darê zorê ji ber mala xwe bi wesayitek spî tê binçavkirin. Ji wê rojê heta niha 21 sal derbas bû, hêjî tu agahî ji wî nehatiye girtin."
Xuşka Fehmî Tosun Kiymet Zengîn jî diyar kir ku ew dixwazin bilez aqûbetên xizmên winda bên dîtin. Zengîn anî ziman ku berê jî qetlîam dibûn niha jî qetlîman pêk tên û wiha got: "Divê gelê kurd bibe yek û windahiyên xwe bibînin. Dewlet tû caran alîkariyê nade me. Em aqûbet windayên xwe dixwazin."
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê jî Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan wek her hefteyê li kolana Gulîstan li ber Abîdeya Mafê Mirovan çalakiya bi slogana "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" di hefteya 402'yemîn de domandin û aqûbeta windayan pirsîn.
Di çalakiyê de bal hat kişandin ser rapora ÎHD'ê ya derbarê binpêkirinên mafên mirovan de amade kiriye. Serokê Şaxa ÎHD'a Êlihê Mehmet Bagatir, da zanîn ku di rapora hatiye amade kirin de ji 15'ê Tîrmehê û vir ve gelek binpêkirinên mafan hatine jiyîn û wiha got: "Pêkanîna OHAL'ê di nava civakê de bûye sedema binpêkirinên mafan. Di hiqûqa mafê mirovan de em dizanin têkoşîna parêzerên mafê mirovan a li hemberî bîlançoya binpêkirinên mafan gelek girîng e. Ji ber wê divê OHAL demildest bê rakirin û dawî li pêkanînên KHK'ê bên anîn."
(ho-mm/zt)