Meclîsa Minbicê ji bo El Şehba û Efrînê daxuyanî da

14:32

JINHA

MINBIC-Meclîsa Sivîl ya Minbicê êrîşên li ser Herêma El Şehba û Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Meclîsa Sivîl ya Minbicê bi daxuyaniyekê êrîşên dewelta Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wan şermezar kir. Daxuyanî li ber Navenda Meclîsa Sivîl ya Minbicê ji aliyê hevseroka Meclîsê Sozdar Xalid ve hate xwendin.

Hevseroka Meclisa Sivîl ya Minbicê Sozdar Xalid got: "Em wek Meclîsa Sivîl ya Minbicê, bi ruh û can ligel gelê xwe yê Efrîn û El Şehbayê ne. Em ê hemû erdê Rojava û Bakûrê Sûriyê ji çeteyan paqij bikin û em nahêlin tirk vir dagir bikin. Êrîşên dewleta Tirkiyeyê ya bi navê Mertala Firatê bû sedema şehadeta pir însanên sivîl yên şêniyên Cerablûs, Efrîn û El Şehbayê. Armanca Tirkiueyê ew e ku planên xwe li Sûriyeyê pêk bîne. Dixwazin darbe li serkeftinên hêzên herêmê bixînin. Tirkiyeyê û çeteyên DAIŞ'ê hevkarên hev in."

Di dawiyê de jî Sozdar bang li gel kir û ev tişt got: "Em wek Meclîsa Sivîl ya Minbicê van êrîşan mehkûm û lenet dikin û em ji civaka navnetewî daxwaz dikin li hember van êrîşan bibin xwedî helwest."

(ze/cg/rc)