Hevseroka DBP’ê ya Dêrsimê Hulya Yer hat binçavkirin

15:14

JINHA

DÊRSIM - Hevseroka DBP'ê ya Dêrsimê Hulya Yer hat binçavkirin.

Piştî esnafên Dêrsimê, bi armanca bombebaran di 16'ê Cotmehê ya li Geliyê Pulumoriya pêk hat û 13 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan şermezar bikin dikanên xwe venekirin pêla binçavkirinan destpê kir. Hat ragihandin ku Hevseroka DBP'ê ya Dersimê Hulya Yer hat binçavkirin. Polîsan wesayîta ku Hulya têde ye li taxa Sîhenkê ya navenda bajar rawestandin. Hulya bi hinceta ku ji aliyê dozgeriyê ve derbarê wê de biryara binçavkirinê hatiye, hat binçavkirin û birin Midûryeta Polîsan a Bajar.

(zt)