Gelê Kobanê ji bo Efrîn û Şehba daketin qadê
16:34
JINHA
KOBANÊ-Welatiyên Kantona Kobanê ji bo êrîşên li ser El Şehbayê û Kantona Efrînê meşeke girseyî li dar xistin. Meş ji Qada Jina Azad heya qada Aştî pêk hat.
Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê ji bo êrîşên li ser herêma El Şehbayê protesto bikin, meşeke girseyî lidar xistin.Meş ji Qada Jina Azad heya Qada Aştî dewam kir û bênavber dirûşmeya "Berxwedan Jiyane" hat berzkirin. Çalekvanan alên YPG-YPJ'ê, TEV-DEM, Kongra Star rakirin û bi pankarta "Efrîn ne bi tenê ye, Kobanê li pişta te ye", "Êrîşa Tirkiyê li ser Şehba û Efrînê dijî biratiya gelan e" vekirin. Meşa girseyî li qada Aştî ya bajêr bi dawî bû û axaftin hat kirin.
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah diyar kir ku ew ji malbatên kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û wiha got: "Êrîşa faşîzan a ku li dervayî mirovahiyê li herêma El Şehba û Kantona Efrînê pêk tê, ji hêla çeteyên AKP'ê û çeteyên DAIŞ û hwd. tê kirin. Cîhan jî lê temaşe dike. Gelê me li hember faşîzma bê teredut li ber xwe dide, wê ev berxwedanî wan têk bişkîne. "
Asyayê bang li gelên Tirkiyeyê jî kir ku bertek nîşanî dagirkerî û polîtîkayên şerxwaz bidin.
Bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî berxwedana Şehbayê" çalekî bi dawî bû.
(zê/en/rc)