Nursel Aydogan ji ber tevlî merasîma cenazebû doz lêhat vekirin
17:01
Cotmeh
22
/ 2016
JINHA
AMED – Parlementera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan ji ber beşdarî merasîma cenazeyê gerilayê HPG’ê Selman Tîryakî (Ciwan Amed) bû di derbarê wê de doz hat vekirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Selman Tîryakî (Ciwan Amed) ê di 19'ê cotmehê de li çoltera Erzînganê jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat definkirin. Ji ber ku Parlementera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan tevlî merasîma cenaze bû di derbarê wê de doz hat vekirin.
Di hema rojê de Serdozgeriya Amedê di derbarê Nursel de lêpirsîn da despêkirin.
(zt)