Li hember îstismara zayendî çalakiya diferqêdebûnê
17:06
JINHA
MÊRSÎN - Platforma Jinan a Mêrsînê, bi kampanyaya xwe ya "Balonên sor" ji bo balê bikişînin ser îstîsmara zarokan petel zîvirandin.
Platforma Jinan a Mêrsînê, ji bo balê bikişînin ser îstîsmara zarokan kampanayaya "Balonên sor" dabûn destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de tura bisîkletan pêk anîn. Di tura bisîkletê ku li Parka Aştiyê ya Ozgecan Aslan destpê kir de balonên li ser "Ji îstîsmara zarokan re ne" hatin hilgirtin.
Civata Biskîltan a Ciwanan a Zanîngeha Mêrsînê û komên motosîkletan jî beşdarî çalakiyê bûn. Tura ku zarok li otobusan hatin siwarkirin heta Forum AVM'ê çûn û vegeriyan. Di dema çalakiyê de welatiyan bi çepikan piştgirî dan çalakgeran.
(zt)