Gelê Efrînê di berxwedanê de bi israr e
20:00
JINHA
EFRÎN- Li Kantona Efrînê bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star û TEV-DEM'ê li hember êrîşên ser herêma El Şehba û Efrînê meşek girseyî pêk hat.
Bi pêşengiya Rêxistina Kongra Star û TEV-DEM'ê bi hezaran welatî li kantona Efrînê daketin qadan û êrîşên artêşa tirk ya li ser herêmê bi tundî şermezar kirin. Meşa ku ji Qada Newroz heya Qada Şehîdan dewam kir de, bi sedan ji nûner û endamên Kongreya Star, sazî û Desteyên girêdayî Rêveberiya Xweser ya Kantonê, TEV-DEM, PYD, Meclîsa Herêma El Şehba û Hevgirtina Netewî ya Sûriyeya Demokratîk amede bûn.Girseya gel bi pankartên "DAIŞ û Erdogan rûyên yek madalyon ne", "Efrîn kela berxwedanê ye, dê her berxwedêr bimîne", "Faşîzma Tirkiyê nikare fitne di navbera pêkhateyên Rojava û Sûriyê çêbike", "Qatil Erdogan" hilgirtin û bi dirûşmeyên "Bijî berxwedan" meşiyan.
Meşa ku li Qada Şehîdan bi dawî bû, girse deqîqeyekê rêz girt. Ji hêla rêveber û nûnerên rêxistinan axaftin hatin kirin. Rêvebera Kongreya Star Roşîn Îbo, Rêveberê TEV-DEM'ê Mistefa Hisên, rêvebera Desteya Parastinê Dîcle Hisên axivîn. Di axaftinan de êrîşên dewleta Tirkiyê ya bi hevkariya çeteyên DAIŞ û çeteyên din pêk tê li ser herêmên Bakûrê Sûriyê hate şermezarkirin. Hate destnîşankirin ev êrîş li dijî projeya Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê tê kirin û armanc dike ku Netewa Demokratîk têk bibe.
Axaftvanan bangewazî di serî de li jinan û hemû pêkhateyan kirin ku bi yek dengî rawestin û berxwedanê bilind bikin.
(fr/jh/rc)