ROJEVA 23'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ

09:00

*Li bazara Kobanê herder bi kurdî hatiye xemilandin, ev yek jî hem welatiyan fêrî xwendina bi zimanê wan dike, hem jî dikarin tiştên ji wan re lazim rehetir bibînin.

*Suleymanê 12 salî ku di erebeya destan de cil û bergan difroşe bi dagirkirina Sûrê re destpêkê travmaya şer û piştre jî y akoçberiyê dijî. Suleymanê ku mala wan hatiye qedexekirin he roj diçe taxa xwe dibîne.

*Li Îzmîrê jinan ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li ser Jinê di platformek hevpar de hatin cem hev. Sanem Denîz Kuralê diyar kir kul i dijî gotinên şîdetê yên serdetan û zîhniyeta DAIŞ'ê wê bi şîara 'Bi hevre têkoşîn' wê li kolanan bin.'

*Di çarçoveya xebatên Muzeya Jinan a Mezopotamyayê ku wê li Amedê bê avakirin wê konferansek pêk bê. Seroka Daîreya Turîzm û Mîrateya Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Nevîn Soyukaya axivî û got: "Em dixwazin asta dîrokî ya jinan a li ser xaka Mezopotamyayê û hatina wê ya îro vebêjin."

*Hanîfa Abal Xelef ya Şengalî ku di êrîşa DAIŞ'ê de 4 xwişkên wê ji aliyê çeteyan ve hatin girtin diyar kir ku xwişkek wê piştre xilas bûye lê niha 3 xwişkên wê di destê çeteyan de ne. Hanîfayê got ew bi hêviya ku xwişkên wê bên her roj li rê dinêre û bang li hemû gelan kir û got: "Werim em jinên destê DAIŞ'ê xilas bikin."

*Hevşaredara Licê Rezan Zugurlu da zanîn ku bi qedexekirina derketina derve re dixwazin Licê wek salên 90'î vala bikin û got bi taybet ji aliyê cerdevanan ve êrîşek sîstematîk tê meşandin.

*Fermandara YJŞ'ê Zeynep Hebabî têkîldarê operasyona Mûsilê de diyar kir berî her hêzî mafê wan ya tevlîbûna operasyonê heye û got ku, ew ji bo tolhildana jinên dîlgirtî yên di destê çeteyên DAIŞ'ê amede ne.

*Endama Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê Foza Yûsif diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê dixwaze ji aloziya Rojhilata Navîn sûd wergire û sînoren xwe bi dagirkirinê re fireh bike.

*Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ku ji bo sezona nû amadekariyan dikin li bende raqîbên xwe ne. Jinên futbolîst diyar kirin ku bi xebatek mezin hatine vê rojê û gotin hêza herî mezin ji hevzayendên xwe girtine.

*Şêranîgeha 'Adar' ya ku di encama xebatek kolektîf ya jinên kurd û ereb de hatî vekirin, li nava bajêr rastî eleqeyek mezin tê. Jinên ku li şêranîgehê dixebitin diyar kirin ku êdî ew ne tenê li nav zevî û baxçeyan de, di heman demê de li her qadê jiyanê henin.

*Jinên Kantonê ji bo êrîşên dewleta Tirkiyê li ser herêma El Şehba û gundên Efrînê gotin: “Emê bixwe çek rakin, şer bikin, lê em nahêlin Tirkiye bikeve axa me.”