Bazara Kobanê bi zimanê kurdî xemiliye
09:01
Rabîa Êto/JINHA
KOBANÊ- Li bazara Kobanê herder bi kurdî hatiye xemilandin, ev yek jî hem welatiyan fêrî xwendina bi zimanê wan dike, hem jî dikarin tiştên ji wan re lazim rehetir bibînin.
Li rojavayê Kurdistanê bi taybet jî Kantona Kobanê ligel şerên ku rûda, jiyaneke nû ya ku tê de çand û ziman nûjen dibin, tê afirandin. Li Kobanê ku piraniya bajêr hatibû hilweşandin, bazar xirab bibû, bi alîkariya gel ji hev re, pêvajoya jinûve avakirinê destpêkir û hertişt jinûve hate çêkirin.
Ji bo pêşxistina zimanê kurdî ku li Rojavayê Kurdistanê di dema rejîma Baas de qedexe bû û hertişt bi zimanê erebî dihate nivîsanin, ne tenê sazî û dibistan, herwiha bazara bajêr jî girîngî dide. Lewre li ser şûşeyên dikanan, tabela û etîketên tiştan tev bi kurdî êdî tên nivîsandin.
Gelê Kantonê jî ji vê yekê kêfxweşin, ji ber ew dikarin bê ku zehmetî bikişin, tiştên pêwîst bikirin û di vê navberê de, pir tiştên ku kurdiya wê nedizanin, fêr bibin. Bazara Kobanê bi zimanê dayikê hatiye xemilandin.
(en/rc)