Di 25'ê Mijdarê de wê jin bi şîara 'Bi hev re têkoşîn' dakevin kolanan

09:04

JINHA

ÎZMÎR- Li Îzmîrê jinan ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li ser Jinê di platformek hevpar de hatin cem hev. Sanem Denîz Kuralê diyar kir kul i dijî gotinên şîdetê yên serdetan û zîhniyeta DAIŞ'ê wê bi şîara 'Bi hevre têkoşîn' wê li kolanan bin.'

Li tirkiyeya ku rojane 5 jin ji aliyê mêran ve tên qetiklirin wê jin di 25'ê Mijdarê de li dijî her cureyê şîdeta mêr ya li ser jinê dakevin kolanan. Li Îzmîrê jinan komîteyên hevpar avakirin Kû ji bo 25'ê Mijdarê civînek pêş pêk anîn. Endama Platfoma Emê Kuştinên Jinan Bidin Rawestandin (KCDP) Sanem Denîz Kural k udi Komîteya 25'ê Mijdarê de cih digire têkildarî amadekariyan de axivî.

'Berxwedana Jinê zêde bû'

Sanemê got ew wek KCDP'ê wê dest ji azadî û mafên xew bernedin û got wê ji bo azadiyê berxwe bidin û got: "Em ji bo 10 qadên sereke yên têkoşînê wê çalakiyan pêk bînin. Li dijî êrîşên li ser jinê, berxwedana jinê jî zêde bûye. Di demên dawî de têkoşîna jinê watedar bûye."

Komîte wê xebatên çalakiyan bimeşînin

Denîzê da zanîn ku bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Şîdeta Li Ser Jinê komîteyên ku xebatan bimeşînin tên avakirin û got komîte wê li ser rêxistibûna jinê jî mijûl bibin û wiha got: "he rwiha wê li ser Dibistana Tevgera Jinê jî beriya 25'ê xebat bên meşandin."

Denîzê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Jin bi şîdet û kuştinê re rû bir û tê hiştin. Ev şîdet ji gotinên serdestan xwedî dibe. Ji ber vê têkoşîn ji bo jinan gelek girînge. Di vê dema ku êrîş pir zêdeye divê têkoşîn bê xurtkirin."

(odk/hu)