Ji Hanîfa ya ku 3 xwişkên wê ji aliyê çeteyan ve hatiye revandin bang
09:07
Hewlêr Şahîn/ JINHA
ŞENGAL - Hanîfa Abal Xelef ya Şengalî ku di êrîşa DAIŞ'ê de 4 xwişkên wê ji aliyê çeteyan ve hatin girtin diyar kir ku xwişkek wê piştre xilas bûye lê niha 3 xwişkên wê di destê çeteyan de ne. Hanîfayê got ew bi hêviya ku xwişkên wê bên her roj li rê dinêre û bang li hemû gelan kir û got: "Werim em jinên destê DAIŞ'ê xilas bikin."
Çeteyê DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de li hember gelê Êzidî komkujiyek mezin pêk anî û gelek jinên Êzidî jî revandin. Hanîfa Abal Xelef ya 27 salî ku 4 xwişkên wê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat revandin êrîşa 3'ê Tebaxê û girîngiya parastina cewherî vegot.
'Me dît ku parastina cewherî çiqas girînge'
Hanîfayê got gelê Êzidî di bin qirkirineke mezin de derbas bûne û wiha got: "tiştên me jiyan birînên kûr li ser me hiştin. Kêmasiya me gelê Êzîdî ya herî mezin nerêxistinbûn û ne avakirina perastina cewherî bû. em di van mijaran de gelek kêm mane. Ger me xwe biparasta wê me ev tişt nejiyaba. Bi êrîşê re me girîngiya vê fê kir. Niha jin vê baş fêm dikin û perwerdeya parastina cewherî digirin."
'PKK nebûna wê komkujiyek mezin pêk bihata'
Hanîfayê bi lêv kir ku dema DAIŞ'ê êrîş kirine PKK'ê ew parastine û wiha pê de çû: "PKK'ê em paratin. Pêşî li komkujiyê girtin. Li hemû eniyan em parastin. Em wek gelê Êzidî spasiyên xwe dikin."
'Sê xwişkên min di destê çeteyan de ne'
Hanîfayê behsa êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 3'ê Tebaxê kir û got: "4 xwişkên min û birayê min yê 13 salî heye. Di komkujiyê de ez, dê û bavê min û birayê min xilas bûn. Lê 4 xwişkên min ketin destê DAIŞ'ê. Bavê min ji ber vê qeyrana dil derbas kir û mir. Piştre dayika min nexweş ket û me şand Ewropayê. Xwişkek min jî ji destê wan xilas bû û me ew jî şand Ewropayê û piştî demekê vegeriya. Niha sê xwişkên min di destê wan dene. Me hîn kir k udu heb li Rakkayê û yek jî li Musulê ye. Ezli bajarê Sêmalka dijîm. Ez jib o xwişkên xwe hatim vir. Ez dixwazim hemû jin azad bibin. Her roj çavên min li rê ye. Ez bang li hemû gelandikim. Bi taybet li rêxistinên civaka sivîl dikim. Werim em bi hev re jinên di destê DAIŞ'ê de xilas bikin. "
(hu)