'Licê bi destê leşker û cerdevanan vala dikin'

09:09

Bêrîtan Canozer/JINHA

AMED - Hevşaredara Licê Rezan Zugurlu da zanîn ku bi qedexekirina derketina derve re dixwazin Licê wek salên 90'î vala bikin û got bi taybet ji aliyê cerdevanan ve êrîşek sîstematîk tê meşandin.

Li navçeya Licê ya Amedê ji salên 1990'î heta niha êrîşên sîstematîk tên meşandin û dîsa şewitandina gundan, bicihkirina leşkeran a lig undan, tehdîdkirina gundiyan, polîtîkayên asîmîlasyon û cerdevaniyê di dewrê d ene. Herî dawî di 17'ê cotmehê de li sêgoşeya Licê-Karaz-Hezro û 14 gundan qedexeya derketina derve hat îlankirin û di qedexeya du rojan de li mezraya Sisê şewat derket.

Ketin û derketina gundan tê astengkirin

Ketin û derketina gundan tê qedexekirin û hîna bi awayekî fîlî didome. Li gundên Çagdaş, Yolçati, Kayacik, Ortaç, Çavundur, Dolunay, Yalaza, Baglan û Kabakaya ketin û têketin hîna tên astengkirin.

'Dixwazin Licê vala bikin'

Hevşaredara Licê Rezan Zorlu got dixwazin Licê bê mirov bihêlin û wiha got: "Dixwazin gel neçin malên xwe û li ser xaka xwe nejîn. Qadên jiyanê tên qetilkirin. Pêkanînên di salên 90'î de bi JITEM, Hîzbullah û Kontragerîla pêk dihat niha bi destê leşker, cerdevan û polîsan pêk tê. Yanî polîtîkayeke DAIŞ'ê tê meşandin. Gel ji van êrîşan re ne biyaniye. Dizanin di pêvajoyek çawa de ne."

'Tiştên leşker dikin cerdevan dikin'

Rezanê diyar kir ku rez, baxçe û malên gel tên şewitandin û ligel van gel malên xwe terk nake û bi qedexeya dawî re zext zêdetir bûne. Rezanê wiha berdewam kir: "Berê leşkeran rê digirtin û kontrol dikirin. Niha cerdevan dikin. cerdevan çûyîn û hatinan asteng dikin. xebatkarên me yên TEDAŞ'ê derbkirin. Ekîbên îtfaya me şûnde şandin. Muxtar derb kirin. gelê me yê Licê tehdîd kirin. Lê gelê me bi van nayê çewisandin. Emê nehilên ku me li hemberî hev bikin dijmin. Emê li cem gelê xwe bin."

(mm/hu)