Fermandara YJŞ'ê: Ji bo tolhildana jinên êzidî em ê tevlî operasyona Mûsilê bibin

09:10

Xensê Xidir/JINHA

ŞENGAL- Fermandara YJŞ'ê Zeynep Hebabî têkîldarê operasyona Mûsilê de diyar kir berî her hêzî mafê wan ya tevlîbûna operasyonê heye û got ku, ew ji bo tolhildana jinên dîlgirtî yên di destê çeteyên DAIŞ'ê amede ne.

Jinên êzidî yên ku di Tebaxa 2014'an de rastî êrîşên qirkirinê yên DAIŞ'ê hatibû, xwe bi rêxistinkirin û niha jî amedekariya tevlî opeasyona Mûsilê bibin dikin. Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Zeynep Hebabî di derbarê operasyona Mûsilê de nirxandinên girîng kir. Zeynebê diyar kir ku, ew ê ji bo tolhildana jinên dîlgirtî ew ê tevlî operasyonê bibin û got ku tu hêz ew ê nekaribe li pêşiya tevlîbûna wan bibe asteng. Zeynebê got: "YJŞ'ê li ser bingeha rêxistinkirina jinên êzidî û tolhildana bi hezaran dayik û jinên êzidî yên ku dîl ketine destê çeteyan de xwe avakiriye. Jinên êzidî hember êrîşan riyê berxwedanê hilbijartine. Ji ber vê jî em wek YJŞ'ê amede ne ku her cihekî jinên êzidî lê hatin revandin û firotin şer bikin û tola wan hilîn in."

Zeynebê destnîşan kir ku operasyona Mûsilê ji bo wan gelek girînge û wiha domand: "Dema em behsa Mûsilê dikin em tenê weke navend nagirin dest, Şengal jî girêdayî Mûsilê ye û jê ne qût e. Ji bo vê yekê jî em weke YJŞ'ê amade ne gund û komelgehên Şengalê yên mane rizgar bikin. Her endamek YJŞ'ê bi çek û rext û sekna xwe ya leşkerî ji bo tevlîbûyina operasyonê bi hêrs û kînek mezin amadeye, ji bo tolhildana xwişk û dayikên xwe yên dîl girtî."

'Tu hêz nikare pêşî li armanca me bigre'

Zeynebê bal kişand li ser hêzên ku dixwazin pêşiya YJŞ'ê bibin asteng û wiha axivî: "Gelek hêzên ku dixwazin rê li pêşiya YBŞ û YJŞ'ê bigirin tevlî operasyona Mûsilê nekin. Lê em van astengiyan nasnakin û di biryara xwe ya tevlîbûyina operasyonê de bi israrin. Tu hêz jî nikare rê li pêşiya hedef û armancên me bigire. Li ser vî esasî em bi her tiştê xwe yê heyî amade ne ku hetanî yek dilop xwîna me heye em ê şer bikin û dayik û xwişkên xwe rizgar bikin. Ji ber ku em dizanin niha çavê wan li rêya me ye û em hêviya wan in. Ji bo vê yekê em çavê wan li rêya xwe nahêlin û em ê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsil bibin û bi hemû hewldanên xwe wan rizgar bikin."

'Em di her warî de amede ne'

Zeynebê anî ziman ku tevahî hêzên şoreşger yên ji bo parastina gel hebûna xwe avakirine, dikarin piştgirî bidin YBŞ û YJŞ'ê û tevlî operasyonê bibin. Em di her warî de amede ne. Li ser vê bingehê em hêvîdarin ku her jinek êzidî bi hêrs û kîna dilê xwe li gorî vê operasyonê xwe amade bike û çeka azadiyê hilde û bi karibe ji dijminê mirovahiyê û zilma li ser jinê tê meşandin re bibe bersiv."

'Divê gel yekîtiya xwe avabike'

Zeynebê her wiha bang li gelê Şengalê kir û ev tişt got: "Gelê me yên li Şengalê têkoşîna jiyanê didin di konan de. Ji bo vê yekê em dibêjin her yekî ku karibe çek hilgire û şer bike, rabe ser xwe û tevlî vê hemleyê bibe. Bi çi awayî jî dibe bila bibe her yek xwe tê de berpirsiyar bibîne û tevlî operasyonê bibe. Armanc rizgarkirina tevahî herêmên dora Şengal û bi hezaran jinên dîlgirtîne. Ji ber ku ji Şengalê heya navenda Mûsilê jinên êzidî li bazaran hatine firotin. Ji bo vê yekê jî pêwîste her êzidiyek xwe berpirsiyarê wan dayik û xwişkan bibîne. Li ser vî esasî bangawaziya me ji hemû gelê me re ew e ku bibin yek dest û yekîtiya xwe avabikin û bê deng nemin in. Ji ber niha dema yekbûnê û li milê hev şerkirinê ye."

(rc)