'Emê şer bikin nahêlin Tirkiye bikeve axa me'
09:15
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN - Jinên Kantonê ji bo êrîşên dewleta Tirkiyê li ser herêma El Şehba û gundên Efrînê gotin: “Emê bixwe çek rakin, şer bikin, lê em nahêlin Tirkiye bikeve axa me.”
Li beramberî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirkiyê jinên Kantona Efrînê nerazîbûneke tund nîşan didan. Endama Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan Meryem Mehmûd got: "Ez bi dengeke bilind dibêjim ku Erdogan ji axa me derkeve. Tu dagir dikî axa me. Ger şerê dijmin dike bila biçe li dijî DAIŞ'ê şer bike. Xwînxwar û zalim e Erdogan. Li Helepçeyê bi şevekê 5 hezar Kurd hatin şehîdkirin, lê dawiya me nehat. Bila gelê Kurd rabin û li dijî vê dagirkeriyê têkoşîn bikin. El Şehba bûye Kobanêya duyemîn. Li wir qetlîaman dikin, gelan qir dikin. Erdogan hevaltiya çete yên, DAIŞ dike."
Meryemê da zanîn ku divê ne tenê kurd hemû gel li hemberî dagirkeriyê rabin û wiha domand: "Em wek gelê Kurd însanî nêzîk dibin, em Kurd, Ereb û Tirkmen li dijî êrîşên Erdoganin. Divê jinên tirk jî bertek nîşan bidin. Bila Kurdên li Ewrûpa jî rabin û ji vê zilmê re bêjin Bese. Heqê xwe bixwazin. Em ê wek dayik li pêşiya Erdogan bisekinin ji bo zarokên me şehîd nebin. Yan welateke azad, yan mirineke birûmet."
Endama Saziya Malbata Şehîdan Şêrîn Îbrahîm jî bertek nîşanê êrîşên ser axa Rojava da û wiha axivî: "Çima tê erdê me, axa me dagir dikin? Ev qasî êrîşê gund, mal û malbatên me dike, lê dê heman tişt were serê wan jî. Divê hemû Kurd dengê xwe bilindbikin. Her roj em şehîdan radikin. Em ê li gel hemû zoriyan jî biserkevin."
Zeyneb Hesen jî bertekên xwe wiha anî ziman: "Ev ne şer e, qetlîam e. Şer li pêşkberî hev tê kirin. Erdogan bi balafiran li gel dixîne. Erdogan bixwe DAIŞ e. Gundên derdora me topbaran dike. Hedef em in, ne çeteyên DAIŞ'ê ne. Em ê xwe bikin bombe û xwe biteqînin, em nahêlin bikevin axa me. Em ê vî şerî biser bixin. Gelê Efrînê, ciwan û jin divê nehêlin ku Tirk bikevin axa me. Dema serhildanê ye."
(en/zt)