Jî 12 taxên Şirnexê 8 jê hatin talankirin

10:11

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexa ku ev 8 meh in "qedexeya derketina kolanan" lê berdewam dike, dîmenên talanê hilweşîna dewletê ya bajar radixe ber çavan. Ji 12 taxên bajar 8 ji wan bi destê dewletê hatin hilweşandin. Bi hilweşandina ku bi makîneyan tê kirin bîranîn, xeyal û alavên gel jî ji aliyê dewletê ve tên talankrin.

Bajarê Şirnexê yek ji bajarên ku ji berxwedana dîrokî ya xwerêberiyê re malovanî kiriye ye. Ji ber berxwedana li vî bajarî 82 rojan berdewam kir, piştî berxwedanê dewletê bajar dagir kir û wekî ku tolê hilîne di xwaze ku bajar ji holê rake. Bajarê ku bi giştî 12 taxên wî hene ji van taxan 8'ên wan piştî ku bi riya îhaleyê dewletê ji mutahîdên xwe re pêşkêş kirin, ev tax bi makîneyên kar hatin hilweşandin.

Makîneyên ku li taxên, Yeşîlyur, Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cumhuriyet û li taxa Dîcleyê makîneyên kar yên ku tax tevli alav, bîranîn û xeyalên gel bi erdêre kirin yek niha jî li taxên Yenî û Bahçelîevlerê dest bi talan û hilweşînê kir. Li gel ku li van taxan gelek xanî dikarin bên tamîr kirin jî bi destûra mutahîdan tevli alavên li wan tên hilweşandin.

(aı/fk/mk)