Peyama jinên Efrînê berxwdan e
10:25
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN - Jinên berxwedêr ên di navça çalakiyên Efrînê de gotin: “Axa me tê dagirkirin, ji bo me rawestan nîne heya dawiyê berxwedan jiyan e.”
Li beramberî êrîşên dewleta Tirkiyê gelê Rojava di nav berxwedanê de ye û bi ruhê seferberiyê di qadan de helwesta xwe tînin ziman. Duh li bajarê Efrînê jî çalekiyeke girseyî pêk hat. Jinên çalekvan ku di refên pêşiya meşê de bûn, bênavber dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Rojava" qêriyan û destnîşan kirin ku ewê li hemberî dagirkirina axa xwe bê bersiv nemînin.
Jina bi navê Cemane Mihemed diyar kir ku ewê heya dawiyê axa xwe biparêzin û got: "Em tucarî berxwedanê ber nadin. Em ê her di çalekiyê de bin. Bila Erdogan bibihîse dengên jinên Efrînê. Sîstema Osmaniyan dimeşîne. Em ne Kurdên berê ne, em Kurdên nû ne. Heya dawiyê em ê li berxwe bidin."
Firyal Hesen: "Em tevahî di meşê de nin û dibêjin em ê bi hemû dezgeh û civakê li hember te bisekinin. Sînorê me nikarin dagir bikin. em Kurdên zane yê ku bi zanyariya Rêber Apo perwerde bûne, dagirkeriyê qebûl nakin."
Hêvîn Hisên: "Daxwaza dijmin ewe ku me tune bikin. Gel gihîştiye wê astê ku ji zarok û her tiştê xwe di bihore, lê ji axa xwe dest neberde. Em ê bigihîjin kantonên din. Em Sûriyeyek azad dixwazin. Ev berxwedan ne tenê ji bo gelê Kurd e, li dijî şereke hovane berxwedan tê kirin. Herkes bêdeng disekine. Em ê dengê xwe bigihînin hemû deverên cîhanê ji ber ku em mafdarin."
Asiye Menan: "Erdogan dixwaze gelê me bitirsîne, çiqas êrîş bikin jî em ê bisekinin. Li pey êrîşên çeteyan Erdogan heye. Em dibêjin bijî Rêber Apo û berxwedan jiyane."
Fatma Hesen: "Meşa me li dijî dagirkeriya Erdogan e. Êrîş ser bajarê Başûrê Kurdistanê Kerkûkê jî heye. Erdogan sînorê cîranên xwe dagir dike. Tirkiye ketiye tengasiyeke mezin, ji bo wê êrîşî her derê dike."
Reqiye Mihemed: "Em ê heya dawiyê li berxwe bidin, ji bo me sekinandin tune ye."
(en/zt)