Sedîqe Caferzade di girtîgiha Urmiyê de jiyana xwe ji dest da
10:48
JINHA
SİLÊMANÎ – Girtiya bi navê Sedîqe Caferzade ya ku cezayê sêdarê lê hatibû birîn di girtîgiha Urmiyê de jiyana xwe ji dest da.
Ji jinên li girtîgehên Îranê cezayê sêdarê lê hatine birîn û li benda derketina ber darê sêdarêne Sedîqe Caferzade ya 64 salî jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan temenê Sedîqe mezine û gelek nexweşiyên wê hene, ji ber nedihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Girêdayî rewşa Sedîqe û Zeyneb Sekawend a di heman rewşê de zaroka xwe winda kirî daxuyaniyek niviskî dan.
Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê ragihand ku jina bi navê Sedîqe Ceferzade (64) ya ji Urmiyê bi bihaneya ku tîcareta bi madeyên hişber kiriye rastî cezayê sêdareyê hat û wiha domand: “Ji ber temenê Sedîqe yê zêde û rewşa nebaş a zîndanê û nebûna bijîşkan sekteya dil kir. Sedîqe dema radikin nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest da.”
Rêxistina Mafê Mirov bal kişande ser rewşa girtiya kurd Zeyneb Sekawend ku cezayê darvekirinê li ser e û wiha berdewam kir “Zeyneb Sekawend a ducanî dema ku agahiya darvekirina hevalek xwe bihîst tirsiya û zaroka wê mirî hat dinê. Rewşa Zeyenbê jî nebaşe. Weke Sedîqe û Zeynebê gelek jinên nexweş û nayên dermankirin di girtîgehên Îranê de hene.”
(zt)