Li Ranya yê Bêrîtan hat bîranîn
11:04
JINHA
SİLÊMANÎ – Bi pêşengiya RJAK’ê ji bo bîranîna Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li Ranya yê semîner hat dayîn.
Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di 25’ê Cotmeha 1992’an de li herêma Xakûrkê ya girêdayî Herêmên Parastina Medya ji bo nekeve destê artêşa tirk û hevkarên wê, xwe di zinar de avêt û tevlî bêdawiyêbû. Bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya 25’ê Cotmehê 24’emîn salvegera çalakiya Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li gundê Qurego yê navçeya Ranye ya Silêmaniyê hat bîranîn. Di bîranînê de li ser jiyana Bêrîtanê semîner hat dayîna jinên beşdarî çalakiya bîranînê bûn. Semîner bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe jidest dayîn destpê kir. Piştre li ser navê RJAK’ê Jînda Cûdî axivî.
Jînda destnîşan kir ku niha Bêrîtan bûye navê hezaran jinên di eniyên berxwedanê de cîh digirin û got; “Heval Bêritan bi çalakiya xwe da nîşandan ku jinên Kurd êdi ne jinên kevnarin, ew zincira ku hezaran sale jinê wek kole dide nişandan parçe kir û jiyanek nû ji bo jina Kurd afirand. Nimûneya wê ber biçave ku niha bi hezaran Bêritan li çeperê pêş şer dikin ji bo parastina jinên Kurd û Kurdistanê." Jinda Cûdi diyar kirin ku, Bêritan bi çalakiya xwe we kir ku êdi jin ref bi ref tevlî nav tekoşina rizgariya jinê û Kurdistanê bibin.
Piştî axaftinê jinan sînevîzyona ser jiyana Bêrîtanê, temaşekirin.
(şb/zt)