Piştî Kobanê vê carê ji bo Şirnexê dest bi hevkariyê kirin
12:01
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên ji Komkujiya Pirsûsê birîndar rizgar bûn vê carê ji bo hevkariya bi Şirnexêre dikevin rê.
Ciwanên AKA-DER, ESP, SGDF SYKP, û TOPG'yên ku dê ji zarokên li Kobanê re pêlîstok, pirtûk bibirana, li Pirsûsê li Navenda Çandê ya Amara ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve di 20 Tîrmeha 2015'an de rastî komkujiyê hatinbûn û bi dehan ji wan ciwanan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji ciwanên ku di komkujiyê de birîndar rizgar bûn vê carê ji bo hevkariya bi şirnexa ku ev 8 meh in dorpêçkiriye dikevin rê.
Derbarê hevkariyê de Platforma Şahid û Birîdarên Pirsûsê daxuyaniyek da û wiha hat gotin: " Çile tê; divê ku pêdiviyên gelê şirnexê demildest bên çareserkirin. Li şirnexê 3 hezar kes di konan de dijîn. Şîrnaxiyên ku çileyekî zor û zahmet li hêviya wan e. Ji ber vê me bi şîyara ' Duh ji bo Kobanê îro jî ji bo Şirnexê havkarî' me kapanyayek da destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyaê de alavên ku li Navenda Çandê ya Medê a li Bagcilarê, Navenda Çand û Hunerê (NÇM) ya li Taksîmê û li AKA- DER û BEKSAV'ê hat komkirin em ê ji Şirnexê re bişînin."
Her wiha endamên platformê diyar kirin ku dê kampanyaya wan heta 20 mijdarê berdewam bike û ji bo ku hevkarî bihêztir bê kirin banga ji bo 24'ê cotmehê di platformên medyayê de li ser malpera #ŞırnakiçinElele hashtag banga hevkariyê kirin.
(fk/mk)