Li Moskowa jinan Bêrîtan bibîranîn

12:46

JINHA

MOSKOWA – Organîzasyona Jinên Kurd Viyan li Moskowayê bi civînekê gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bibîranîn.

Jinên Kurdistanê li paytexta Rûsya Moskowê gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bibîranîn. Bernameya bîranînê ku bi pêşengiya Organîzasyona Jinên Kurd-Viyan ên Moskowê li Mala Kurda pêk hatî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Seroka Organîzasyona Jinên Kurd ên Moskowê-Viyan, Teraq Qadir di bernameyê de axivî û got ku, îro di heman demê de salvgera saziya jinê Viyan e û behsa hêlên şoreşger û berxwedêr a kesayeta Bêrîtan kir ku li dijî radestbûnê çawa berxwedan nîşan daye.

Teraq diyar kir jinên Kurd bi xeta Bêrîtanê li çar aliyên Kurdistanê bûne artêş û têkoşînê didin û wiha domand, ‘’Li Şengal, Kerkûk, Efrîn, Kobanê û çiyayên Kurdistanê, li bajaran peyrevên Bêrîtan efsaneyan dinivîsinin. Jinên Kurd li dijî paşverûtî, faşîzm û zilamsalariyê têkoşîna azadiyê didin. Hevala Bêrîtan berxwedanek mîras hişt û îro ev mîras gihaştiye bi milyonan jin. Bi têkoşîn û berxwedana jinên pêşeng ên wekî Gulnaz Karataş, Zeynep Kinacî, Sema Yuce û peyrevên wan Arîn Mîran jinên kurd gihane astek bilind.”

(zt)