KJAR: Em ê ji bo hemû jinên li Îranê têbikoşin
13:01
JINHA
SİLEMANI - KJAR a ku di rojên borî de kongreya xwe pêk anî û modela rêxistinkirina xwe ya nû diyar kir, di kongreya ku pêkanî de biryarên girîng girtin. Endama Konaseya Rêvebirna KJAR'ê Peyman Viyan wiha got: "Îran her ku diçe hebûna jinê tune dihesibîne. Em jî bang dikin ku hemû jin di bin banekî de bibin yek û rêxistina xwe bi hêztir bikin. Êşa hemû jinan wekî ya hev e. Em ji bo vê bang li jinan dikin û dibêjin ku roj roja ku em hêza xwe û dengê xwe bikin yek e."
Komajinên Azadiya Kurdistanê (KJAR), bi kongreya xwe ya ku di rojên borî de pêk anî modela nû ya rêxistinkirina xwe niqaş kir. Di kongereya ku pêkşketinên li Rojhilata Navîn û bandora van pêşketinan a li ser jinan hat niqaşkirin de, biryarên girîng hatin girtin. Di niqaşên kongerya ku di serî de bal hat kirşandin ser jinên li Îranê û hat destnîşan kirin ku divê jin li Rojhilata Navîn bi pêngaveke nû ber bi azadiyê ve têbikoşin, biryarên di kongeryê de û mîsyaona KJAR'ê ya nû jialiyê Endama Konseya Rêvebirinê ya KJAR'ê Peyman Viyan û Bêrîvan Şaxo ve hatin nirxandin.
Di hedefê de jin û ciwan hene
Bêrîvan diyar kir ku di vê serda şer li tevahiya Kurdistanê belav bûye de pêkanîna kongeryeke bi vî awayî girîng e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Pêdiviya jinên îranî bi rêxitinbûneke di binê banekî de hebû. Ji ber ku pêdiviya me bi rêxistinbûneke di çarçoveya jin û cieanan de hebû. Bi vê rêxistinbûnê em ê heza bingehîn a civakê derxînin holê. Ji ber ku pergala bi hemû hêza xwe êrîşê vê hêza bingehîn a civakê ku ji ciwan û jinan pêktê dike."
'Mînaka Şengalê û girîngiya parastina reywa ya jinan HPJ'
Bêrîvan diyar kir ku bi tiştê li şengalê hat serê jinan re girîngiya parastina rewa ya jinên carekedin xwe da der û Bêrîvan damezrandina HPJ û xebatên xwparastina rewa wiha nirxandin: " Jinên û ciwanên ku hîmêbingehîn ê civakê ne bi her awayî ji aliyê pergalê ve tên çewisandin û rastî tundiyê tên. Ji ber vê jî ji bo me hebûna hêzeke xweparastinê girîng e. Ji ber vê jî di bin banê KJAR'ê de Hêzeke Xweparastinê ya Jinan (HPJ) heye. Me girîngiya pêdiviya bi hêzeke xweparastinê ya jinan di komkujiya şengalê de dît. Ji ber ku pergala heyî jinan hedeft digire. Darvekirina Şîrîn Elemhulî jî tirsa pergalê ya ji jinê û ji têkoşîna wê dide nîşandan."
Pergal ji bo ku hebûna xwe berdewam bike êrîşî jinan dike
Peyman Viyan jî diyar kir ku KJAR tenê jinên kurd di nava xwe de nahewînê, hemû jinên îranî di nav xwe de dihewîne û ev tişt got: " Pergal ji bo ku hebûna xwe ispat bike her roj bêhtir bi ser jinan de diçe û jinan dixîne. Pergal bi van pêkanînên xwe dixwaze ku pirsgirêkên heyî yên civakî zêdetir bike û xwe jî wekî hêza çareseriyê ferz bike. Ji ber vê em dibêjin ku azadiya jinan azadiya civakê ye."
'Rêxsitinbûna jinê darbeya herî mezin ya li dijî pergala mêr e'
Peyman diyar kir ku bûyîna dengê hemû jinan girîng e û wiha got: " Li Îranê bûyîna dengê hemû jinangirîng e. Bi taybetî jî bûyîna dengê jin û ciwanan û bi wan re li dijî pergala mêr têkoşîn girîng e û armanca me a bingehîn e. "
(fk/mk)